Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Alîkarî û Karên ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk a Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ragihand ku li Xezeyê jin û keç bi metirsiyeke cidî ya xela û birçîbûnê re rû bi rû ne.
UNRWAyê li ser hesabê xwe yê Xê li ser krîzên li Xezeyê yên ji ber êrişên tund û dorpêça Îsraîlê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Milyonek keç û jin di bin metirsiya birçîbûna giştî de ne.
Keç û jinên li Xezeyê neçar dimînin ku serî li rêbazên jiyanê yên wekî derketina derve ji bo peydakirina xwarin û avê bidin ku metirsiya mirinê ya cidî li ser wan heye.”
Banga rakirina dorpêçan
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku dorpêça li ser Xezeyê were rakirin û alîkariyên mirovî bi awayekî berfireh bigihîne herêmê û wiha pê de çû:
“Xeze yek ji krîzên herî giran ên mirovî yên dîroka xwe dijî. Rewşa xelayê û êrişên Îsraîlê yên komkujiyê di nav hev de ne.
Ji 2yê Adarê ve Îsraîl hemû deriyên sînorî girtine û rê li ber ketina alîkariyên mirovî digire.
Ew alîkariya kêm a ku destûr jê re tê dayîn jî ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên Filistîniyên birçî têrê nake.”
251 kes ji birçîna mirine
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihandibû ku ji ber dorpêça Îsraîlê, ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan û vir ve hejmara Filistîniyên ku ji ber birçîbûn û kêmbûna xwarinê mirine derketiye 251 kesan ku 108 ji wan zarok in.
Îsraîl ji 2yê Adarê ve hemû deriyên sînorî yên Xezeyê girtine û rê li ber ketina alîkariyên mirovî digire û tenê destûrê dide hejmareke kêm a kelûpelan.
Vê yekê li Xezeya ku nifûsa wê nêzîkî 2,4 milyon e, metirsiyeke cidî ya birçîbûnê derxistiye holê.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî jî ragihandibû ku sêyeka xelkê Xezeyê bi rojan e tiştek nexwariye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse