Hewlêr (Rûdaw) – Li Xezeyê arvan ji ber kêmbûn û bihabûnê wekî "zêrê spî" tê binavkirin û xelk ji bo peydakirina kîsekî arvan bi saetan li bendê dimînin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), ji her sê Xezeyiyan yek kes du rojan carekê yan jî kêmtir nan dixwe û piraniya alîkariyan nagihîjin xelkê.
Li deriyê Zîkîmê yê li bakurê Xezeyê, eger bextê mirov hebe, dikare hinek arvan bi dest bixe.
"Kîsekî arvan bi qasî hemû cîhanê bi nirx e"
Koçbera bi navê Şawg Bedrî li ser rewşa xwe axivî û got:
"Ev zêrê spî ye. Ev xwarina zarokên min e û em li ser vê dijîn. Spas ji bo Xwedê, kîsekî arvan ji bo me bi qasî hemû cîhanê bi nirx e.
Ez nan didim zarokên xwe û ew pê razî ne."
Her çi qasî Îsraîlê ji destpêka vê mehê ve ji bo gihandina alîkariyên mirovî hêsanî çêkiribe jî ev têrê nake.
"Ji 10 kamyonan tenê yek digihîje xelkê"
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji her 10 kamyonên alîkariyê yên derbasî Xezeyê dibin, tenê yek digihîje xelkê û yên din ji aliyê xelkê birçî yan jî komên çekdar ve tên birin.
Ev di demekê de ye ku nêzîkî 6 hezar kamyonên din li benda derbasbûnê ne.
“Em pir bi zehmetî pariyek nan peyda dikin”
Koçbera bi navê Henan Seîd jî got:
"Ez çûm Deriyê Zîkîmê ji bo ku arvan werbigirim û min kîsekî arvan wergirt da ku bidim zarokên xwe.
Em pir bi zehmetî pariyek nan peyda dikin."
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji her sê Xezeyiyan yek kes, du rojan carekê an jî kêmtir nan dixwe.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê jî ragihandibû ku ji Çiriya Peşîn 2023yan ve 266 kes li wê Xezeyê ji ber birçîbûnê mirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse