Akar: Navçeya Aram hatiye pêkanîn

21-11-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hulusî Akar Rojavayê Kurdistanê Navçeya Aram Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bertekên tund ên Rûsyayê li hember daxuyaniyên rayedarên Tirk ên derbarê egera destpêkirina êrîşên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê de, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar ragihand ku bi dirêjahiya 145 km û kûrahiya 30 km Navçeya ‎Aram li bakurê rojhilatê Sûriyê hatiye pêkanîn.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar da zanîn tevî ku li hundir hinek bermayî mane, lê bi giştî ‎devera operasyonê hatiye paqijkirin.

Hulusi Akar da xuyakirin, ji rojhilat û rojavayê herêma operasyonê ‎êrîş tên kirin, lê ew duqat bersiva wan didin.‎

Akar herwiha red kir, ku artêşa Tirkiyê di êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê çekên kîmyayî bikar anîbe û got: “Me ti çekên ‎kîmyayî yan teqemeniyên ku bi peymanên navdewletî hatine qedexekirin, bikar neanîne.”‎

Hulusi Akar diyar kir ku di çarçoveya operasyonê de, navçeyek bi rûberê 4300 kîlometrên çar goşe û 600 cihên ‎niştecihbûnê hatine kontrolkirin û li ser rêya M-4 jî xalên pişkinînê hatine danîn.

Akar herwiha îddîa ‎kir, ku di operasyona wan de heta niha nêzîkî 1200 şervanên HSDê hatine kuştin. Lê heta niha ev hejmar ji ‎aliyê HSDê ve nehatiye piştrastkirin.‎

Êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê di 9ê Cotmeha 2019ê de dest pê kir, ‎û di wê êrîşê de herdu bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî ketine bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê.

Di çend rojên bihorî de Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu û Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin di daxuyaniyên cuda de behsa egera destpêkirina êrîşên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kiribûn û ragihandibûn, ku ne Rûsyayê û ne jî Amerîkayê soz û erkên xwe yên di çarçoveya rêkevtinên li gel Tirkiyê de pêk neanîne.

Li hember wan daxuyaniyan, Wezîrê Derve yê Rûsyayê û Wezareta Berevaniya Rûsyayê bertekên tund nîşan dabûn û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê red kiribûn û diyar kiribûn, ku him Moskowê û him jî hêzên Kurdî hemû pabendiyên xwe pêk anîne.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê duh jî ragihand, ku ew ji daxuyaniyên Tirkiyê matmayî mane û destnîşan kiribû, ew daxuyanî rê li ber aloziyan li navçeyê vedike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst