Artêşa Îsraîlê termên 3 welatiyên xwe ji Xezeyê derxistin

22-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Xeze Term
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyoneke hevpar a Artêşa Îsraîlê û Şîn Betê de termên sê rehîneyên Îsraîlî ji Xezeyê hatin derxistin

Artêşa Îsraîlê ji bo vegerandina termê Îsraîliyên ku êrişa 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan ji aliyê Hemasê ve hatibûn revandin bi hevkariya Xizmeta Ewlehiyê ya Giştî (Şîn Bet) li Xezeyê doh bi şev operastoneke veşartî li dar xist.

Di operasyonê de termê Ofra Kedar, Yonatan Samrano û Çawîş Shay Levinson ji Xezeyê hatin derxistin.

Her sê kes jî di êrişa 7ê Çiriya Paşîn a 2023yan de ji aliyê çekdarên Hemasê ve hatibûn revandin û kuştin.

Ofra Kedar a 71 salî, ji mala xwe ya li Kîbûtza Beerî li gel hevjînê xwe, Shmuel Kedar ku ew jî di heman rojê de hatibû kuştin, hatibû revandin.

Ofraya ku dayika sê zarokan bû, ji aliyê civaka xwe ve wekî sembola hêz û dilgermiyê dihat bibîranîn.

Jonathan Samrano yê 21 salî, piştî ku ji festîvala muzîkê ya Novayê reviya bû, hat revandin û kuştin.

Li gorî rayedarên Îsraîlê, di revandina wî de çekdarên Hemasê cih girtibûn, di nav wan de yekî girêdayî ajansa Neteweyên Yekbûyî UNRWAyê hebûye.

Çawîş Shay Levinsonê 19 salî, wekî fermandarê tankê di Lîwaya Oz a bijarte ya Artêşa Îsraîlê de xizmet dikir.

Ew serê sibêha 7ê Çiriya Pêşîn di şer de hat kuştin û termê wî di dema şer de ji aliyê çekdarên Hemasê ve hatibû birin.

Piştî ku termên wan ji Xezeyê hatin derxistin, agahî dan malbatên wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst