Netanyahu pêşniyara Witkoff a ji bo agirbesteke demkî qebûl kir

29-05-2025
RÛDAW
Nîşan Xeze Benjamin Netanyahu Filîstîn Steve Witkoff
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Medyaya Îsraîlê diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pêşniyara agirbestê ya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff qebûl kiriye.

Çapemeniya Îsraîlê da zanîn ku Netanyahu bi malbatên dîlên Îsraîlî re civiyaye.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de Netanyahu ji malbatan re gotiye ku ew dê pêşniyara dawî ya Witkoff ji bo guhertina dîlan di navbera Îsraîl û Hemasê de û agirbesteke demkî li Xezeyê qebûl bikin.

Li aliyê din, Hemasê ragihandibû ku pêşniyara Witkoff a ji bo guhertina dîlan û agirbesteke demkî li Xezeyê gihiştiye destê wan û ew lê dinêrin.  

Hat eşkerekirin ku ew pêşniyar ji aliyê serkirdeyên Hemasê ve “bi hişmendiyeke berpirsyarî” tê nirxandin.

Bersiva ku dê were dayîn dê bi awayekî be ku di berjewendiyên xelkê Filistînê yên li Xezeyê biparêze.

Hûrgiliyên pêşniyara Witkoff

Çapemeniya Îsraîlê, hûrgiliyên pêşniyara Witkoff a ji bo guhertina dîlan di navbera Hemas û Tel Avîvê de û agirbesteke demkî li Xezeyê belav kir.

Li gorî pêşniyara ku çapemeniyê par ve kiriye, Hemas dê 10 dîlên Îsraîlî yên sax û termên 18 dîlan di du qonaxan de radestî Îsraîlê bike.

Li hemberî radestkirina van van dîlan dê li Xezeyê agirbesteke demkî ya 60 rojî were îlankirin.

Her wiha di çarçoveya guhertinê de dê hinek dîlên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de jî werin berdan.

Di pêşniyarê de Amerîkayê ti garantiyê nade ku piştî agirbesteke 60 rojî dê li Xezeyê agirbesteke mayînde were îlankirin an na.

Xaleke din jî di pêşniyarê de heye ku li gorî wê xalê di dema agirbestê de dê Îsraîl û Hemas ji bo agirbesteke mayînde ya li Xezeyê dan û standinan bikin.

Ti garantî nîne ku di rewşa dirêjbûna van dan û standinan an jî û bi dawîbûna wan de dê agirbesteke 60 rojî were dirêjkirin.

Rayedarên Îsraîlî yên ku bi çapemeniyê re axivîn îdia kir ku pêşniyara Witkoff beşa vekişîna artêşa Îsraîlê ji wan herêmên ku ji 18ê Adarê ve dagir kirine nahewîne.

Benjamin Netanyahu bi wezîrên xwe re li ser pêşniyara Steve Witkoff civiya.  

Serokwezîrê Îsraîlê li gor dema Tel Avînê saet 17:00an bi hinek wezîran re civiya.

Hat diyarkirin ku di civîna  de pêşniyara Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ya ji bo guhertina dîlan û agirbesteke demkî li Xezeyê hat nirxandin.

Divê were gotin ku Tevgera Hemasê doh ragihandibû ku wan bi Steve Witkoff re li ser çarçoveya giştî ya ji bo ragihandina agirbesteke mayînde li hev kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst