Kî dîwarê li ser sînorê Rojava lê dike?

29-09-2025
RÛDAW
Nîşan Dîwar Sînor Başûrê Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Parêzvanên Sînorî ya Îraqê ragihand ku ew serperiştiya lêkirina dîwarê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de dikin.

Hinek saziyên medyayê gotibû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîwarekî betonî li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê lê dike.

Lê Fermandariya Parêzvanên Sînorî ya Îraqê ragihand ku karên danîna dîwarê betonî ji aliyê fermandariya wan ve tên serpereştîkirin û da zanîn ku plan hemû sêgoşeya sînorî ya “Îraq-Tirkiye-Sûriyeyê” li xwe digire.

Plan çi ye?

Fermandarê Ragihandinê yê Fermandariya Parêzvanên Sînorî ya Îraqê Heyder Kerxî îro ji Rûdawê re ragihand ku danîna dîwarê betonî yê li ser “sînorên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Fermandariya Parêzvanên Sînorî ve tê serpereştîkirin" û got:

"Plan ew e ku ji sînorê Rebîeyê heta Pêşxabûrê û tevahiya sêgoşeya sînorî ya di navbera Îraq, Tirkiye û Sûriyeyê de bi dîwarekî betonî yê zexm were girtin.

Ji bo danîna dîwêr û pêvajoyên çavdêrîkirina sînorên Tirkiyeyê û beşek ji sînorên me yên bi Sûriyeyê re, hevahengiyeke me ya tam bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re heye."

Hinek saziyên medyayê belav kiribû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê dest bi danîna dîwarekî bi bilindahiya 3 metreyan û firehiya 75 santîmetreyan kiriye.

Sînorê Îraqê yê bi Tirkiyeyê re 335 kîlometre ye, yê bi Sûriyeyê re 618 kîlometre ye û yê bi Îranê re jî hezar û 420 kîlometre ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst