Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berê yê Karên Derve yê Îranê Menûçehr Mutekî got ku Îsraîlê di şerê 12 rojî de sîxur jî di nav de "sûd ji gelek hêzên cuda" wergirtiye.
Menûçer her wiha da zanîn ku Îsraîlê 20 hezar sîxur li Xezeyê hebûn.
Wezîrê Berê yê Karên Derve yê Îranê Menûçehr Mutekî di hevpeyvîneke li gel medyaya welatê xwe de şerê Îran-Îsraîlê û şerê li Xezeyê nirxandin.
Menûçehr Mutekî got, Îsraîlê di şerê 12 rojan de sûd ji balafirên şer, dron û sîxuran wergirt.
Mutekî diyar kir ku di rojên piştî destpêkirina êrişên asmanî yên Îsraîlê de, dest bi danîna xalên kontrolê li nav û derveyî bajarên Îranê hate kirin û ev yek gelek bi sûd bû, ji ber ku heta niha hejmareke zêde ya sîxurên Îsraîlê hatine girtin.
Mutekî ragihand ku ji ber sûdê xalên kontrolê dê hebûna xwe berdewam bikin
Li Xezeyê 20 hezar sîxurên Îsraîlê hebûn
Mutekî behsa wê yekê kir ku xwezaya karê Îsraîlê bi wî rengî ye ku gelek sûdê ji sîxuran werdigire, bi awayekî ku li Xezeyê ya di bin desthilata Hemasê de "20 hezar sîxurên" wê hebûn.
Ew wezîrê berê yê Îranê di wê baweriyê de bû ku artêşa welatê wî di wî şerî de serketî bûye û got, piştî destpêkirina şer, Supaya Pasdaran demildest bi bikaranîna mûşekan bersiva Îsraîlê da.
Mutekî got, di destpêkê de êrişên mûşekî yên artêşa welatê wî yên li ser Îsraîlê zêde bibandor nebûn, lê piştre gihişte wê astê ku bajarên "Tel Evîv û Heyfa hatin wêrankirin" û bi deh hezaran kes reviyan û Amerîkayê jî fêm kir ku Îsraîl ne serketiyê şer e.
Menûçehr Mutekî ji 24ê Tebaxa 2005an heta 13ê Kanûna Pêşîn a 2010an wezîrê karên derve yê Îranê bû. Wê demê Mehmûd Ehmedînejad serokkomar bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse