Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî têkildarî kuştina Fermandarê Supaya Quds, Qasim Sulêymanî peyamek belav kir û ragihand: Îran û hevpeymanên wê dê tola kuştina Qasim Sulêymanî hildin.
Hesen Ruhanî got: Bêguman gelê mezin ê Îranê û gelên din ên azad ên navçeyê, dê tola vê tawana qirêj li Amerîkayya tawanbar hidin.
Berî peyama Hesen Ruhanî, Rêberê Îranê Elî Xaminêyî jî di daxuyaniyekê de gef li Amerîkayê xwaribû ku ew dê ji ber kuştina Qasim Sulêymanî toleke dijwar hildin.
Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê, Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendis sibehiya îro Înê 3 Çileya 2020 li Bexdayê hatin kuştin.
Pentagonê di daxuyaniyekê de têkildarî kuştina Qasim Sulêymanî da xuyakirin, General Sulêymanî li ser fermana Donald Trump hat kuştin.
Supaya Pasdaran a Îranê jî di daxuyaniyeke kurt de ragihand: “Generalê serbilindê îslamê hecî Qasim Sulêymanî piştî temeneke dûr û dirêj ji cîhadê, îro sibehê di êrîşeke helîkopterên Amerîkayê de şehîd bû.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse