Îranê ji Îraqê daxwaza radestkirina 38 kesên ku li Herêma Kurdistanê dijîn kir

03-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê ya Karûbarên Navdewletî ragihand, Îranê ji Bexdayê xwestiye ku 38 kesên li Herêma Kurdistanê dijîn radestî wan bike.

Di çarçoveya darizandina endam û rêberên pilebilind ên rêxistina Mucahidên Gel, Cîgirê Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê ya Karûbarên Navdewletî Kazim Xerîb Abadî ragihand:

“Teror yek ji tawanên herî mezin e ku bi piştevaniya hejmarek welatên ku doza mafên mirovan dikin, tê encamdan.”

Cîgirê Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê ya Karûbarên Navdewletî Kazim Xerîb Abadî got:

“Komara Îslamî ya Îranê yek ji qurbaniyên herî mezin ê terorê ye. Ji ber terorê zêdetirî 23 hezar sivîlên bêguneh şehîd bûn.

Di nav wan de 17 hezar mirovên bêguneh bi destê rêxistina terorîst a bi navê rêxistina Mucahidên Gel şehîd bûn.”

“Di bin sîwana siyasî de tevdigerin”

Cîgirê Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê ya Karûbarên Navdewletî Kazim Xerîb Abadî anî ziman:

“Îran bi awayekî yasayî û dadwerî bi mijara terorê re mijûl dibe lê terorîst bi kiryarên xwe yên terorîstî di bin sîwana siyasî de tevdigerin û daxwaza mafên xwe dikin û erkê me ye ku niyeta wan a xirab eşkere bikin.

Divê bi rêya yasayê li ku dera cîhanê bin em daxwaza wan bikin û ji bo ku bên darizandin radestî dadgehan bikin.”

Kazim Xerîb Abadî diyar kir ku wan bi rêya Hikûmeta Îraqê daxwaza radestkirina 38 kesên daxwazkirî kirine ku “endamên rêxistina terorîst a cudaxwaz in” û xwe wek nûnerên gelê Kurd ê dilsoz didin nasîn û li Herêma Kurdistanê dijîn.”

Kazim Xerîb Abadî herwiha destnîşan kir, ji bo ku hincet ji bo radestkirina wan kesan nemînin, dadgehên Îranê biryara cezakirina wan daye û ev welat neçar dike yan wan radest bikin yan jî dersînor bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst