Netanyahu piştgiriya xwenîşanderan kir: Hejmara miriyan zêde dibe

04-01-2026
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Îran Rojhilatê Kurdistanê Xwenîşandanên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew piştgiriyê didin têkoşîna gelê Îranê.

Li aliyê din, di xwenîşandanên ku 8 roj in li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin de hejmara miriyan zêde dibe.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîna heftane ya kabîneyê de diyar kir ku ew bi gelê Îranê re di nav piştgiriyê de ne û got:

 "Em bi têkoşîna Îraniyan re ne; em piştgiriyê didin daxwazên wan ên ji bo azadî û edaletê."

Netanyahu her wiha anî zimên ku dibe ku Îranî di demeke nêzîk de qedera xwe bixib destê xwe.

Hejmara miriyan zêde dibe

Di xwenîşandanên ku ji ber krîza aborî dest pê kirine de hejmara qurbaniyan her ku diçe zêde dibe.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) ragihand ku di pêla nû ya xwenîşandanan de herî kêm 19 xwenîşanderan canê xwe ji dest daye û bi sedan kes jî birîndar bûne yan hatine desteserkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê jî piştrast kir ku di nava hefteyekê de mirina 17 sivîlan hatiye tesbîtkirin.

Li gorî amarên fermî, di nav miriyan de endamên hêzên ewlehiyê jî hene.

Li bajarê Malekşahiyê yê Îlamê, Reza Azimzadeyê ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû kuştin, bi beşdariya bi hezaran kesan hat veşartin.

Hengawê ragihand ku li Malekşahiyê hêzên Supaya Pasdaran gule li xwenîşanderan barandine û 4 Kurd hatine kuştin.

Zarok û ciwan tên desteserkirin

IHRNGOyê di rapora xwe de eşkere kir ku rayedaran ji bo tepisandina xwenîşanderan çekên leşkerî û li hinek herêman jî çekên giran bi kar anîne.

Hat gotin ku li girtîgehan, bi taybetî li Qum û Îsfehanê, bi sedan kes girtî ne ku di nav wan de zarokên bin 18 saliyê jî hene.

Her wiha hat diyarkirin ku hinek birîndarên girtî bi zorê tên neçarkirin ku "îtirafan" bikin û medyaya fermî ya Îranê (Fars News) dîmenên îtirafên hinek ciwanan belav kirine.

Sendîkayên karkeran: Ev serhildana gel e

Sendîkayên karkeran ên li Îranê xwenîşandan wekî "serhildana gel" pênase kirin.

Wan di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev serhildan li dijî xizanî, enflasyona bilind, hilweşîna aborî û zextên li ser jinan e.

Sendîkayan got,"Gelê Îranê êdî tiştekî ku winda bike nemaye. Ev pergala rizî û nexweş nayê qebûlkirin. Têkoşîna me dê heta welat ji zaliman rizgar bibe bidome."

Hişyariya Neteweyên Yekbûyî

Raportora Taybet a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mai Sato hişyarî da ku pevçûnên di navbera xwenîşander û hêzên ewlehiyê de zêde dibin.

Satoyê bal kişand ser bûyerên sala 2022yan ên piştî mirina Jîna Emîniyê û got ku divê xwenîşandan bi tundiyê neyên tepisandin.

Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî daxwazên aborî wekî "rewa" dîtin lê xwenîşander wekî "serhildêr" û "ajanên dijmin" bi nav kirin û ferman da ku "sînor ji wan re werin nîşandan."

Xwenîşandanên ku li Tehranê dest pê kiribûn, niha li zêdetirî 50 bajar û 20 parêzgehan didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst