Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Dadweriyê ya Îranê ragihand ku di êrişa esmanî ya Îsraîlê ya li Girtîgeha Evînê ya navdar a li Tehranê de 75 girtî firar kirine.
Berdevkê Dezgeha Dadwerî Esxer Cîhangîrî di daxuyaniya xwe ya îro de piştrast kir ku di dema êrişa ku di 23yê Hezîranê de pêk hat de, girtiyên ku li hewşa girtîgehê bûn di nav panîkê de reviyane.
Cîhangîrî da zanîn ku bi giştî 75 girtî reviyane, ji wan 48 kes hinek bi daxwaza xwe vegeriyane û hinek jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û vegerandin girtîgehê.
Berdevk diyar kir ku ji bo girtina 27 girtiyên ku hîn li firarê ne operasyon dewam dikin û di nav yên reviyayî de sîxur tune ne û hemû jî sûcdarên edlî ne.
Rayedarên Îranê her wiha da zanîn ku bîlançoya êrişê giran e.
Di daxuyaniya Cîhangîrî de hat gotin ku Îsraîlê di rojekê de ku malbatên girtiyan ji bo serdanê li girtîgehê bûn êriş pêk aniye û ev yek bûye sedema zêdebûna windahiyên canî.
Hat ragihandin ku di êrişê de yekîneyên parêzvan, îdarî û dadwerî yên girtîgehê hatine hedefgirtin û bi giştî 80 girtî, xizmên girtiyan, personel û niştecihên derdorê mirine.
Êrişa li Girtîgeha Evînê, di dema şer û pevçûnên 12 rojî de ku herêm anî ber şer, pêk hat.
Aloziya ku di 13ê Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê ya li Îranê dest pê kir, bi bersivdana birêvebiriya Tehranê ya bi zêdeyî 550 mûşekên balîstîk û dronên bombebarkirî gur bû.
Piştî ku di 22yê Hezîranê de Amerîka bi lêdana tesîsên uranyumê yên krîtîk ên Îranê yên li Fordo, Netenz û Îsfehanê tevlî şer bû, di 25ê Hezîranê de bi hewldana Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbest hat îlankirin.
Li gorî daneyên artêşa Îsraîlê, di vê pêvajoyê de zêdeyî 30 fermandarên pilebilind ên Îranê û 11 zanyarên atomê hatin kuştin, 8 tesîsên nukleerê û zêdeyî 720 xalên leşkerî hatin îmhakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse