Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê ji bo rapvan û helbestvanê gotinên stranan ê Kurd Saman Yasîn (Seydî) bi îdiaya “Şerê li dijî Xwedê” cezayê darvekirinê jê re hat xwestin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihand ku Saman Yasîn ê 27 salî di danişîna 29ê Cotmehê ya li Tehranê de di îdianameya ku dozgeriyê amade kiribû de bi sûcê “Moharebe” (şerê li dijî Xwedê) tê sûcdarkirin.
Dadgehkirina hunermend di televîzyona dewleta Îranê de hat weşandin. Di dîmenan de tê dîtin ku dadgeh tenê 10 deqîqeyan berdewam dike.
Stranbêj, bestekar û rapbêjê Kurd Saman Yasîn ku bi navê Seydî yê xelkê Kirmaşanê tê naskirin, roja 2ê Cotmehê bi hinceta ku piştgirî daye xwepêşandanên li mala xwe ya li Tehranê ji aliyê hêzên ewlehiyî yên Îranê ve hatibû revandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Saman Yasîn di dema desteserkirinê de rastî îşkenceyên giran ên derûnî û fîzîkî hatiye.
Di stranên protest ên Kurdî û Farisî de ku Saman Yasîn got, mijarên wekî bêkarî û zilma dewletê ya li ser gel cih digre.
Rapvanê Kurd herî dawî li ser rûpela xwe ya Instagramê bi weşandina gotar û çîrokên curbicur piştgirî da serhildana giştî ya li dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ku di bin îşkenceya polîsê exlaqê yê Îranê de jiyana xwe ji dest da.
Saman Yassin, a Kurdish artist from Kermanshah, has been sentenced to death by the Tehran court for participating in demonstrations and beating several members of Iran's repressive forces.
— H M (@HeroMawludy) November 2, 2022
Be the voice of Saman Yasin#سامان_صیدی_را_اعدام_نکنید #سامان_یاسین pic.twitter.com/WX1nzmHkGE
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse