Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin

Duh li 02:50
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Ebas Eraqçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku ew ji bo çareserkirina krîza nukleerî amade ne bi Amerîkayê re danûstandinan bikin lê divê ev yek bi şertên "wekhev û adil" pêk were.

Eraqçî her wiha bersiva gefên şer ên Trump jî da û got, "Em şer naxwazin lê em ji bo parastina xwe bi temamî amade ne."

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî îro li Tehranê bi balyozên welatên biyanî re civiya û tekez kir ku îradeya Îranê heye ku dosyeya nukleerî bi rêya diyalogê bi Amerîkayê re çareser bike.

Ebas Eraqçî di civînê de got, "Tehran ji bo dan û standinan amade ye lê divê ev danûstandin adil bin û her du alî li ser maseyê xwedî mafên wekhev bin."

"Em şer naxwazin lê em amade ne"

Eraqçî gefên operasyona leşkerî yên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li dijî Îranê nirxandin û helwesta Tehranê bi zelalî anî zimên.

Eraqçî diyar kir ku ew ne alîgirê şer in û wiha axivî:

"Em şer naxwazin lê di heman demê de em li hemberî şerekî muhtemel bi temamî amade ne û hêza me heye ku em xwe biparêzin."

Eraqçî her wiha ew îdia bi tundî red kirin ku dê Îran di êrişên li ser baregehên Amerîkayê û hebûna wê ya leşkerî de bibe "aliyê ku gava ewil davêje."

Trump: Zextan encam da, dixwazin bicivin

Ev daxuyaniyên ji Tehranê, piştî gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump hatin ku gotibû "Rayedarên Îranî pêwendî daniye û daxwaza dan û standinan kiriye."

Trump di wê baweriyê de ye ku siyaseta zexta giran birêvebiriya Îranê westandiye û Tehran ji ber vê yekê dixwaze rûne ser maseyê.

Trump diyar kiribû ku amadehî ji bo hevdîtinê tên kirin lê bal kişandibû ser xwenîşandan û kuştinên li Îranê û hişyarî dabû, "Dibe ku em neçar bimînin beriya civînê gavekê biavêjin."

Tê texmînkirin ku ev diyaloga nerasterast a di navbera Tehran û Washingtonê de bi rêya Omanê tê meşandin.

Wezîrê Karên Derve yê Omanê Bedr Busaîdî roja şemiyê çûbû Tehranê.

Bedr Busaîdî bi Serokkomar, Wezîrê Karên Derve û Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê re civiyabû.

Lê belê ne Tehran û ne jî birêvebiriya Mesqetê daxuyaniyeke fermî nedaye ka di vê ziyaretê de peyamek ji bo Amerîkayê hatiye dayîn an na.

Çima danûstandin rawestiyabûn?

Amerîka û Îranê destpêka sala 2025an dîsa bi navbeynkariya Omanê pênc gerên dan û standinan kiribûn.

Hevdîtinên ku armanca wan sînordarkirina çalakiyên nukleerî û rakirina dorpêçan bû, 23yê Gulana 2025an qut bûbûn.

Aliyê Îranê sedema vê yekê spartibû şertên Amerîkayê yên wekî "rawestandina temam a dewlemendkirina uranyumê" û "sînordarkirina menzîla mûşekên balîstîk" ku wekî şertên nayên qebûlkirin dibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst