Xamineyî piştî şerê Îran û Îsraîlê cara yekem e derdikeve pêş kamerayan

06-07-2025
RÛDAW
Nîşan Elî Xamineyî Îran Îsraîl Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Elî Xamineyî ku Amerîka û Îsraîlê gef lê xwaribûn, piştî şerê Îran û Îsraîlê cara yekem e derket pêşberî xelkê û beşdarî merasîma Aşûreyê bû.

Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî ku sê şev in beşdarî merasîmên şînê yên meha Miheremê yên li mala xwe ya li Cadeya Filistînê ya Tehranê nebûbû, doh bi şev tevlî merasîma Aşûreyê bû.

Di dîmenên ku ji hesabê medyaya civakî yê Xamineyî hatin parvekirin de dema ku ew dikeve salonê, kesên ku ji bo merasîma şînê li Huseyniyeya Îmam Xumeynî amade bûn dirûşma “Xwîna di demarên me de, diyariya Rêberê me ye” berz kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û birêvebiriya Tel Evîvê, di dema şerê 12 rojî yê di navbera Îran û Îsraîlê de gefa kuştina Xamineyî xwaribûn.

Xamineyî dema ku êriş didomiyan xîtabî gel kiribû.

Piştî agirbestê jî Xamineyî axaftinek kiribû û gotibû ku Amerîka ji bo rizgarkirina Tel Evîvê ya ku bi êrişên Îranê lawaz bûye, beşdarî êrişên li Îranê bûye.

Merasîmên meha Miheremê yên ku her sal li mala Xamineyî tên lidarxistin, cara yekem e bêyî beşdariya wî hatibûn kirin.

Xamineyî sê şevên berê beşdarî merasîmên şînê nebûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst