Xamineyî: Me şeqameke baş li Amerîkayê xist

26-06-2025
RÛDAW
Nîşan Elî Xamineyî Îran Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî ragihand ku di şerê 12 rojî yê bi Îsraîlê re de ew nêzîk bûn ku Îsraîlê hilweşînin.

Elî Xamineyî her wiha got ku Amerîka kete nav şer "lê şeqameke baş lê ket."

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî di peyameke vîdyoyî de ragihand ku ew wekî erka xwe dibîne ku çend pîrozbahiyan li gelê Îranê bike, ya yekem jî ji ber "serkeftina" wan a li hemberî Îsraîlê.

"Îsraîl nêzikî rûxînê bû

Xamineyî got, "Tevî ewqas deng û propaganda û tohmetan, Îsraîl ji ber derbeyên Komara Îslamî nêzîkî rûxînê bû."

Pîrozbahiya duyem a Xamineyî jî têkildarî wî şerê 12 rojî bû û got:

"Pîrozbahiya duyem bi serkeftina Îranê ya li hemberî Amerîkayê ve girêdayî ye.

Amerîka rasterast kete nav şer, ji ber ku hest pê dikir ku eger nekeve nav şer dê Îsraîl bi temamî ji nav biçe lê di vî şerî de Amerîkayê ti qezencê nekir."

"Îranê şeqameke baş li Amerîkayê da"

Xamineyî her wiha got, "Li vir jî Komara Îslamî ya Îranê bi ser ket û di beramber de şeqameke tund li rûyê Amerîkayê da."

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê her wiha pîrozbahî li gelê Îranê kir ku li gorî gotina wî di dema şer de "yekrêz û yekgirtî" bû û piştgirî da hêzên xwe yên çekdar.

"Gelê Îranê di vê mijarê de rûyê xwe nîşan da"

Xamineyî got "Gelê Îranê di vê mijarê de rûyê xwe yê diyar nîşan da û da xuyakirin ku di dema pêwîst de tenê dengek ji vî miletî tê bihîstin."

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê her wiha behsa wê yekê kir ku, "Serokê Amerîkayê, di daxuyanî û beyanameyên xwe de, ragihandiye ku divê Îran xwe radest bike. Xweradestkirin!

Êdî mesele ne li ser dewlemendkirinê ye, ne girêdayî pîşesaziya atomî ye, girêdayî teslîmbûna Îranê ye. Ev gotin ji bo devê Serokê Amerîkayê pir mezin e."

Ev peyama Rêberê Olî yê Îranê, peyama wî ya sêyem bû piştî şerê di navbera welatê wî û Îsraîlê de ku berbangê roja 13ê mehê bi êrşa Îsraîlê ya li Îranê dest pê kiribû.

24ê Hezîrana 2025an piştî 12 rojên şer, Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst