Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî ragihand ku welatê wî dikare li hemberî her êrişeke nû ya leşkerî derbên mezintir li Amerîka û Îsraîlê bide.
Rberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî di civîna li gel rayedarên dadweriyê de axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtiya di navbera "dîplomasî û qada şer" de.
Elî Xamineyî diyar kir ku Îsraîl û Amerîkayê xwest ku li Îranê bi hedefgitina kesayetên girîng, rêveberiya welêt lawaz bike û piştre jî rêxistinên terorîst ên dijberî rejîmê û şaneyên xwe yên razayî yên li nav welêt derxin holê û welêt têk bibin lê helwesta xelkê Îranê rê li ber van planan girtiye.
"Xwedê rê li ber planên wan girt"
Xamineyî got, "Xwedê rê li ber planên wan girt û gel ji bo piştgiriya welat anî meydanê.
Di nav de rojnameger, dadger, karmendên dewletê, oldar û melayên înê jî her kes berpirsiyar e ku yekîtiya neteweyî biparêze.”
Xamineyî da zanîn ku piştî berteka bibiryar a Îranê ya li hemberî êrişan, Îsraîl neçar maye ku alîkariyê ji Amerîka bixwaze û wiha got:
“Eger rejîma Siyonîst bikariya xwe biparêze, wê bi vî rengî serî li Amerîkayê nedaba lê fêm kir ku ew nikare Îranê.”
"Em dikarin derbên mezintir li wan bidin"
Xamineyî bersiva ku li hemberî êrişên li ser tesîsên nukleerî hatiye dayîn, wekî "derbeke hestiyar" bi nav kir û got:
“Navenda ku Îranê lê xist, navendeke gelekî hestiyar a Amerîkayê ya li herêmê bû. Dema sansura nûçeyan rabe, dê derkeve holê ku Îranê çi qasî derbeke mezin li wan daye.
Bê guman, piştî vê yekê, dibe ku derbên mezintir li Amerîka û yên din bên xistin.”
"Îran ti carî wekî aliyekî lawaz nakeve qada dîplomatîk û leşkerî"
Xamineyî diyar kir ku “Îran ti carî wekî aliyekî lawaz nakeve qada dîplomatîk yan jî leşkerî” û got:
“Hemû amûrên pêwîst ên wekî mantiq û hêza leşkerî di destê me de ne, loma çi li qada dîplomatîk be, çi li qada şer be, em dê bi îzna Xwedê bi destên tije bikevin her cure pevçûnê.”
Xamineyî got ku divê saziyên leşkerî û dîplomatîk xebatên xwe bi awayekî xurt û rast bidomînin û her wiha hişyarî da li hemberî rexnekirina bêzanebûn a pêngavên di van waran de.
Rêberê Îranê herwiha ferman da rayedarên dadweriyê ku kiriyarên Îsraîlê yên di êrişan de hem li dadgehên navxweyî hem jî li yên navneteweyî bişopînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse