Hewlêr (Rûdaw) - Serokê “Saziya Şehîdan a Îranê” ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê hejmara kuştiyan ji hezar kesî derbas bûye û heta niha termên hezar û 60 kesî hatine veşartin.
Serokê “Saziya Şehîdan a Îranê” Seîd Ohedî ji medyaya fermî ya Îranê re got:
"Heta îşev li seranserê Îranê hezar û 60 kesên ku di encama êrişên Îsraîlê de hatine kuştin, hatine veşartin."
Seîd Ohedî amaje bi wê yekê jî kir ku tenduristiya hinek birîndaran ne baş e û ew di bin çavdêriya hûr de ne.
Her wiha da zanîn ku hîn jî termên hinek kuştiyan nehatine naskirin û lewma jî ew pêşbînî dikin ku hejmara dawî ya kuştiyan bigihêje zêdetirî hezar û 100 kesî.
Li gorî amaran, di nava kuştiyan de 126 jin û 41 zarok hene.
Seîd Ohedî diyar kir ku malbatên hemû qurbaniyan ji aliyê saziya wan ve hatine tomarkirin û alîkariya pêwîst pêşkêşî wan tê kirin.
Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de 13ê Hezîrana 2025an bi êrişeke asmanî ya Îsraîlê ya li ser çend cihên li nav axa Îranê dest pê kir.
Pişt re Îranê bi dehan mûşekên balîstîk û dronên bombekirî bersiv da û şer 12 rojan dewam kir.
Amerîka jî 22yê Hezîranê tevlî şer bû û êrişî tesîsên nukleer ên Fordo, Netenz û Îsfehanê kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trum 24ê Hezîranê agirbestek ragihand û dawî li pevçûnan anî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse