Îran: Amerîkayê ji bo dan û standinan ji me re peyam şand

08-07-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Dan û Standin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade got Amerîkayê bi êrişkirina li saziyên atomî yên welatê xwe, êrişî "maseya dan û standinan" kir.

Seîd Xetîbzade her wiha amaje bi wê yekê dike ku ji aliyê Washingtonê ve peyam ji wan re hatiye şandin û daxwaza vegera ser maseya dan ûs tandinan ji wan tê kirin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade îro ragihand, "Di rojên borî de ji aliyê Amerîkayê ve peyam ji me re hat şandin.

Ew daxwaza vegera ser maseya dan û standinan dikin. Bêguman her kes dizane ku dan û standin hebûn û heta em di nava dan û standinan de bûn dema ku wan êriş kir."

"Em li gel Ewropiyan di nava dan û standinan de bûn"

Xetîbzade her wiha got, "Em li gel Ewropiyan jî di nava dan û standinan de bûn, dema ku Amerîkayê bi êrişkirina ser saziyên atomî yên welatê me, êrişî wê maseya dan û standinan jî kir."

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê tekez kir "Ji bo her dan û standinekê pêwîstî bi baweriyê heye."

"Divê bawerî ji nû ve were avakirin"

Wî her wiha got, "Di rabirdûyê de dîwarekî bilind ê bêbaweriyê di navbera Îran û Amerîkayê de hebû.

Lê binpêkirina aşkere ya xaka Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî kiryarî ji aliyê Amerîkayê ve ti bawerî nehişt û divê ew ji nû ve were avakirin."

Xetîbzade tekezî li ser wê yekê dike û dibêje, "Binpêkirina serweriya neteweyî ya Îranê ji aliyê Amerîkayê ve ti lêborîn jê re nîne.

Lê dîplomasî her tim bingeha serekî ya siyaseta derve ya Komara Îslamî ya Îranê ye. Berpirsên pilebilind ên welat dê biryara xwe di vî warî de bidin."

Biryar bû ku di 15ê Hezîranê de Îran û Amerîka ji bo gera şeşemîn a dan û standinan li Umanê bicivin lê di 13ê Hezîranê de Îsraîlê êrişî Îranê kir.

Di 22yê Hezîranê de Amerîkayê êrişî navendên atomî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê kir û di 25ê Hezîranê de jî Donald Trump agirbest ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst