Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê seferên Îranê betal kirin

09-01-2026
RÛDAW
Nîşan Şirketa Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê (THY) Îran Rojhilatê Kurdistanê Xwenîşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê (THY) seferên xwe yên ji Balafirgeha Stenbolê yên ber bi Tehranê ve betal kirin.

Li gorî sepana Balafirgeha Stenbolê, Şirketa Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê (THY) 5 seferên xwe yên ber bi Tehrana paytexta Îranê ve betal kirine.

Li gorî heman sepanê, her îro 5 seferên din ên ku ji aliyê hêlên asmanî yên Îranê ve dê bihatana kirin hatine betalkirin lê 7 seferên din hîn li gorî bernameya xwe mane.

Li gorî malpera FlightRadarê, şeva pêncşemê balafireke Şirketa Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê (THY) ya ku ber bi Şîrazê ve difiriya û balafireke Pegasusê ya ku ber bi Meşhedê ve diçû, ji asmanê Îranê vegeriyane.

Betalkirina van seferan ji ber wê yekê ye ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwenîşandan û nerazîbûnan dest pê kiriye.

Xwenîşander daxwaza başkirina rewşa jiyanê dikin û li dijî desthilata Komara Îslamî ya Îranê derdikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst