Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê Elî Ekber Welayetî, bertekeke tund nîşanî gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump da ku gotibû, “Amerîkayê Korîdora Zengezorê ji bo 99 salan bi kirê girtiye.”
Welayetî got, “Qefqasya Başûr ne cihekî bêxwedî ye ku Trump karibe bi kirê bigire. Ev derbasgeh ne milka wî ye; dê ji bo çekdarên wî yên kirêgirtî bibe goristan.”
Welayetî îdia kir ku Korîdora Zengezorê dê avahiya jeopolîtîk a herêmê biguherîne û zemînê ji perçebûna Ermenistanê re amade bike.
Elî Ekber Welayetî bi bîr anî, dema ku Tirkiye û Azerbaycanê li ser projeyê israr dikir, wan di bin fermandariya Sererkanê wê demê Mihemed Baqirî de li bakurê rojavayê welêt gelek tetbîqatên leşkerî li dar xistine.
“Trump xwe wekî firoşkarê xaniyan dibîne”
Welayetî gotina Trump a kirêkirina korîdorê wekî “safî” bi nav kir û got, “Ev îdia rewşeke ne mimkin e, mîna kirêkirina Kanala Panamayê ye. Trump wekî her carê gotinên xweş lê pûç dibêje. Ew xwe wekî firoşkarê xaniyan dibîne û hewl dide axê bi kirê bide.”
Rayedarê Îranî diyar kir ku avakirina Korîdora Zengezorê dê pêwendiya bejahî ya welat a li bakur û bakurrojava bi Tirkiyeyê ve girê bide.
Welayetî tekez kir ku Îran dê li dijî vê projeyê bisekine û got, “Rûsya li gel me be yan nebe, em dê ji bo ewlehiya herêmê gavan biavêjin. Em bawer dikin ku Rûsya jî li dijî vê korîdorê ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse