Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku di xwenîşandanên Tehranê de xwendekareke Kurd bi guleya hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest daye.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê îro diyar kir, di dema nerazîbûnên bajarê Tehranê de hêzên ewlehiyê gule li xelkê reşandine û di encamê de xwendekareke Kurd a ji Kirmaşanê canê xwe ji dest daye.
Nasnameya xwendekarê diyar bû
Li gorî rapora Hengawê, navê xwendekarê Robîna Emîniyan e û ew 23 salî ye.
Robîna xelkê Nodşeyê ye, li Kirmaşanê dijiya û li Zanîngeha Teknîk a Şerîetî ya Tehranê xwendekara Beşa Dîzaynê bû.
Li 185 bajaran xwenîşandan hene
Kuştina vê xwendekara Kurd di demeke wiha de ye ku Rêxistina Çalakvanên Mafên Mirovan a li Îranê (HRANA) eşkere kiriye ku roja şemiyê li 185 bajaran û 31 parêzgehên Îranê xwenîşandan berdewam kiriye.
Hejmara kuştî û girtiyan zêde dibe
Li gorî amarên HRANAyê, heta dawiya roja şemiyê di xwenîşandanan de 116 kes hatine kuştin.
Her wiha li gorî amarên wê rêxistinê, heta şeva borî 2 hezar û 638 xwenîşander ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.
Înternet hatiye qutkirin
Xwenîşandanan 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber bihabûn û xerabbûna rewşa aborî bi greva karkeran li Tehranê dest pê kir û pişt re li hemû parêzgehên Îranê belav bûn.
Li gel zêdebûna aloziyan, hikûmeta Îranê ev 3 roj in înterneta seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê qut kiriye.
Saziya NetBlocksê ragihand, armanca vî karî "tepisandina nerazîbûnên berfireh e."
#VÎDEO - Îranê Robîna jî kuşt
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 11, 2026
🛑 Robîna Kurd e û 23 salî bû
🛑 Îranê înternet biriye da ku rastî dernekevin #Kurdistan #Rojhilat #Iran pic.twitter.com/fOBDIylobs
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse