Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê îsal herî kêm 1000 kes îdam kirine.
Li gorî rêxistinê, ev hejmar di 30 salên dawî de ya herî bilind e.
Rojane zêdetirî 9 kesan tên îdamkirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwecê ye derbarî îdamên li Îranê raporek belav kir.
Di raporê de hat destnîşankirin ku tenê di hefteya borî de 64 kes hatine îdamkirin ku ev yek tê wateya rojane zêdetirî 9 îdaman.
Dadgehkirinên çend xulekî
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku piraniya kesên hatine îdamkirin bi tohmetên têkildarî madeyên hişbir hatine mehkûmkirin.
Li gorî rêxistinê, ev biryar piştî "dadgehkirinên çend xulekî" li dadgehên şoreşê tên dayîn ku ti standardên darizandineke adilane li ber çavan nagirin.
Birêvebirê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmûd Emîrî Muqedem, ev pêla îdaman wekî "tawana li dijî mirovahiyê" bi nav kir û xwest civaka navneteweyî bertekeke lezgîn nîşan bide.
Mehmûd Emîrî Muqedem her wiha hişyarî da û got, "Komara Îslamî îdamê wekî amûrekê ji bo çêkirina tirsê û kontrolkirina civakê bi kar tîne."
#VÎDEO - Li Îranê hema bêje her roj 9 kes tên îdamkirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 24, 2025
🛑 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Îranê îsal herî kêm 1000 kes îdam kirine#Iran pic.twitter.com/RN2CI1ixEe
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse