Şêwirmendê Xamineyî: Şer di erdnîgariyeke diyarkirî de namîne

7 demjimêr berê
Nîşan Mûşek Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Şemxanî got, "Eger destdirêjiya leşkerî li ser Komara Îslamî ya Îranê were kirin, heke sînordar be jî, bi wateya destpêkirina şer e û ew şer di cografyayeke diyarkirî de namîne."

Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Şemxanî ragihand, karê aqilane ew e ku aliyê li hember di dan û standinan de cidî be.

Wî derbarê mijara mûşekan jî da zanîn, “Mijara mûşekan ne di desthilata tîma dan û standinan de ye."

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî derbarê mijara mûşekên welatê xwe gotibû:

"Mûşek ne beşek ji dan û standinan in û nabin jî û ti kes nikare destdirêjiya herî piçûk li ser mûşekên me bike."

Gera nû ya dan û standinên Îran û Amerîkayê, 6ê Sibata 2026an li Mesqeta paytexta Umanê hat kirin.

Berpirsên her du welatan, dan û standinên xwe erênî bi nav kirin û wan diyar kir ku diyalog dê bidome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst