Di xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 646 kes hatin kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Xwenîşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku di xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 646 kes hatin kuştin.

Xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 16an de bi tundî didomîn.

Li gorî amarên dawî, hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye gihîştiye 646an û li paytext Tehranê xwenîşandanên girseyî hatin lidarxistin.

HRANAyê, amareke nû ya qurbaniyan belav kir û ragihand ku wan kuştina 646 kesan piştrast kiriye.

Ji vê hejmarê 133 kes endamên hêzên ewlehiyê ne û yên din xelkê sivîl in ku di nav wan de 9 zarok hene.

HRANAyê diyar kir ku raporên kuştina 579 kesên din jî di bin nirxandinê de ne û hîn nehatine piştrastkirin.

Her wiha hat ragihandin ku 10 hezar û 721 xwenîşander hatine desteserkirin.

Xwenîşandana mezin a li Tehranê

Şeva borî li Tehranê xwenîşandaneke mezin a nerazîbûnê hat lidarxistin.

Li gorî dîmenên ku li ser medyayê hatine belavkirin, xelkê nerazî li nêzîkî Parka Danişcûyê ya Tehranê kom bû û dirûşmên li dijî desthilatê berz kirin.

Her wiha li Goristana Beheşt Zehrayê jî di dema veşartina termê qurbaniyekî xwenîşandanan de, gelek kom bûn û dirûşm berz kirin.

Li bajarên din, ji ber qutbûna înternetê agahî kêm tên lê dîmenên şewitandina otomobîlên hêzên ewlehiyê hene.

112 saet bê înternet

Rêxistina Mafên Mirovan destnîşan kir ku 112 saet derbas bûne û li ti derên Îranê înternet nîne, loma şopandina rapor û zanyariyan gelekî zehmet bûye.

Li gorî raporê, li 187 bajaran 606 xwenîşandanên nerazîbûnê çêbûne.

Televîzyona fermî xwînê dixwaze

Ji aliyê din ve, Rêxistina Radyo û Televîzyona Îranê ku yekane medyaya çalak a li welêt e, daxwaza xwînê dike.

Li gorî medyaya fermî, Rêxistina Veguhastina Xwînê ji xelkê xwestiye ku biçin nexweşxaneyan û xwînê bidin.

Ev daxwaza lezgîn a Sêda Sîmaya Îranê, gumana wê yekê xurt dike ku ji ber tundiya zêde ya di xwenîşandanan de hejmara birîndaran zêde ye û nexweşxane rastî kêmiya xwînê hatine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst