Hewlêr (Rûdaw) - Sererkanê Îranê ragihand ku welatê wî ji serxwebûn û yekparçeyiya xaka xwe ti tawîzan nade.
Sererkanê Îranê Ebdulrehîm Mûsewî îro daxuyaniyek da û Amerîka û Îsraîl bi şandina çekdarên DAIŞê ya ji bo Îranê tawanbar kir.
Ebdulrehîm Mûsewî diyar kir ku Amerîka û Îsraîl dixwazin "têkçûna xwe ya dîrokî" qerebu bikin û got:
"Ji bo qerebukirina têkçûna xwe ya dîrokî ya di şerê 12 rojan de, Amerîka û rejîma Siyonîst terorîstên DAIŞê şandin ser vî miletê mezin.
Ev kirêgirtiyên ku ji ajelên kovî xerabtir in, bi neheqî xelk û efserên me yên ewlehiyê şehîd kirin."
Mûsewî her wiha destnîşan kir ku "Îran ji ser serxwebûn, yekparçeyiya xak û berjewendiyên xwe yên neteweyî tawîzan nade."
"Em rê nadin terorîstan"
Sererkanê Îranê anî zimên ku hêzên wan ên ewlehiyê hişyar in û wiha pê de çû:
"Parêzvanên ewlehiyê yên Îranê rê nadin ku ti terorîstên DAIŞê yên ku ji aliyê hêzên hegemonîk ve tên perwerdekirin derkevin meydanê."
Ebdulrehîm Mûsewî spasiya wan kesan kir ku beşdarî xwenîşandanên piştgiriya hikûmetê û yên dijî Amerîka û Îsraîlê bûne.
Ev daxuyaniyên Sererkanê Îranê piştî wê yekê tên ku roja duşemê di roja 16emîn a nerazîbûnan de, hikûmeta Îranê alîgirên xwe birin ser cadeyan.
Di xwenîşandanan de 648 kes hatine kuştin
Xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji Bazara Mezin a Tehranê dest pê kiribûn û îro di roja 17emîn de ne.
Ev nerazîbûn belavî piraniya parêzgehan bûne.
Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR), heta roja duşemê 648 xwenîşander hatine kuştin û zêdetirî 10 hezar kes jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.
Lêbelê, hikûmeta Îranê tenê kuştina 111 endamên hêzên xwe yên ewlehiyê piştrast kiriye.
Berpirsên Tehranê bi berdewamî dibêjin ku "destê derve" di pişt xwenîşandanan de heye û gefê dixwin ku ew dê bêyî nermî nîşandanê rûbirûyê xwenîşanderan bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse