Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê diyar kir ku Tehranê hişyarî da Amerîka, Brîtanya û Fransayê eger ew Îsraîlê biparêzin dê baregehên wan ên li herêmê bikin armanc.
Ajansa MehrNewsê ya nîvfermî ya Îranê belav kir ku Tehran bi fermî Amerîka, Brîtanya û Fransa haydar kiriye û gotiye, her welatekî ku Îsraîlê ji êrişên wê biparêze dê baregehên wî welatî yên li herêmê bibin armanc.
Berpirsên Îranê her wiha hişyariyê didin ku keştiyên wan ên li Kendavê û Deryaya Sor jî dê bibin armanc.
Di heman demê de li gel hişyariya Îranê, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz jî got: "Eger Xamineyî berdewam di warê avêtina mûşekan de berdewam be em dê agir berdin Tehranê."
Wezîrê Parastina Îsraîlê her wiha got, “Desthilata Îranê hevwelatiyên xwe dike rehîn û rewşekê tîne holê ku tê de bi taybetî niştecihên Tehranê baceke giran didin.
Ev jî ji ber ziyanê ku li hemwelatiyên sivîl ên Îsraîlê dikeve."
Çi bûbû?
Îsraîlê destê sibehê nêzîkî saet 03:01ê bi mûşekan tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, di encama êrişa wan a asmanî ya berfireh a li ser çend herêmên cuda yên Îranê de, piraniya fermandarên bilind ên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran hatine kuştin.
Di êrişan de kuştina Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî û Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî hat piştrastkirin.
Ajansa Tesnîmê ya Îranê navên zanayên nukleerî yên ku hatine kuştin ragihandin ku wiha ne:
“Ebdulhemîd Menûçehr, Ehmed Riza Zulfikarî, Emîr Husên Fiqhî, Motlabîzade, Mihemed Mehdî Tehrançî û Fereydûn Ebasî.”
Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku Fermandarê Hêza Asmanî û Dronî ya Supaya Pasdaran Emîr Hacizade jî hatiye kuştin.
Berdevkê Heyva Sor a Îranê Micteba Xalidî li ser encamên êrişên Îsraîlê daxuyanî da û got, "Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de li 12 parêzgehan 121 kes birîndar bûne."
Li hêla din, êrişa Îsraîlê bû sedema bertekên herêmî û navneteweyî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji êrişa Îsraîlê li Îranê agahdar bûye û diyar kir ku ew dê destûrê nedin ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî.
Îranê dest bi êrişa bersivdayînê kir û mûşekên wê gihiştin Îsraîlê.
Divê were gotin ku Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da êrişên Îsraîlê. Di êrişên Îranê yên li ser Îsraîlê de heta niha herî kêm 63 Îsraîlî birîndar bûne.
Mûşekeke Îranê li nava bajarekî Îsraîlê ket û bû sedema kuştina 2 kesan û birîndarbûna nêzîkî 20 kesan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse