Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku Îsraîlê êrişî avahiyeke wezaretê kiriye.
Şerê Îran û Îsraîlê bê rawestan û bi dijwarî berdewam dike.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade ragihand ku Îsraîlê êrişî avahiya Wezareta Karên Derve ya Îranê kiriye û got:
"Rejîma sûcdar a Siyonîst êrişeke bi qestî û hovane kiriye ser yekê ji avahiyên Wezareta Karên Derve ya Îranê ku ew jî Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Navneteweyî ye."
Li gorî gotina Xetîbzade, "Di vê êrişê de çend welatiyên sivîl birîndar bûne, di nav de hejmarek ji hevkarên min ku ji bo wergirtina dermankirinê şandine nexweşxaneyê."
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, "Ev sûcekî din ê eşkere yê şer eku beşek e ji destdirêjiya berdewam û sîstematîk a rejîma Îsraîlê ye li ser Îranê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse