Li Îranê 6 kes hatin kuştin

17-08-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Sîstan-Belûçistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê ya li başûrrojhilatê Îranê, di pevçûna li gel hêzên ewlehiyê de 6 kes hatine kuştin.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê (IRNA) derbarê pevçûnê daxuyaniyeke nivîskî ya Sûpaya Pasdaran belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di 2 operasyonên li herêmên başûr û bakur ên parêzgeha Sîstan-Belûçistanê de, 6 terorîst hatin kuştin ku wan plana êrişên xwekujî û sabotajê dikirin. 2 kes jî bi saxî hatin girtin."

Derbarê nasnameyên wan kesan û rêxistina wan ti agahî nehatine dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst