Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf got ku Amerîkayê hîn jî hêvî heye ku bi rêya zextên aborî û leşkerî Tehranê neçarî teslîmbûnê bike.
Qalîbaf her wiha diyar kir ku hêzên wan ên çekdar ji bo bersivdana her êrişê di amadebaşiya herî bilind de ne.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ji bo welatiyan peyameke bi deng belav kir.
Qalîbaf got, "Her çi qas li eniyên şer agirbest hebe jî dijmin li pey destpêkirina xuleke nû ya şer digere û di heman demê de zextên aborî û siyasî dixe ser me."
Qalîbaf amaje bi wê yekê kir ku Îran di nav "şerê îradeyan" de ye û got:
"Dijmin şerekî giran bi ser Îrana me ya ezîz de sepandiye. Kî di vî şerî de bi ser bikeve, ew dê dîroka Îranê binivîse û paşeroja welêt diyar bike."
Zextên li ser qada dîplomasiyê
Serokê Parlamentoyê di wê baweriyê de ye ku aliyên neyar dixwazin bi çêkirina zextan Îranê neçar bikin ku di qada dîplomasiyê de bi erênî bersivê bide "zêdegaviyên" wan.
Qalîbaf wiha pê de çû:
"Pêwîst e em amadehiya xwe ya ji bo bersivdaneke bihêz û bibandor a li hemberî êrişên gengaz zêde bikin da ku dijmin neçar bibe daxwazên rewa yên xelkê di dan û standinan de qebûl bike."
Qalîbaf di peyama xwe de diyar kir ku gelê Îranê di ti şert û mercî de "serî li ber zilmê danayîne."
Wî her wiha erkê berpirsan ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî wekî "giran" bi nav kir.
"Gel li qada berxwedanê amade ye"
Qalîbaf di daxuyaniya xwe de got:
"Yek ji xeletiyên din ên dijmin ev bû: Wan wisa difikirî ku heger jiyana xelkê zehmettir bibe, yekrêziya niştimanî dê lawaz bibe lê gel îsbat kir ku ew hîn jî di qada berxwedanê de amade ne."
Serokê Parlamentoya Îranê daxwaz kir ku her sê serokatiyên welêt (Serokkomar, Parlamento û Dadwerî) bi heman rûhiyeta cidî ji bo çareserkirina pirsgirêka debara xelkê bixebitin da ku rê li ber "şîrovekirinên xelet ên dijminan" bigirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse