Îran: Di 24 demjimêran de 26 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûn

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Supaya Pasdaran a Îranê Amerîka Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de 26 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûne.

Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de ragihand:

"Di 24 demjimêrên dawî de 26 keştiyên petrolê, konteynir û keştiyên bazirganî bi hevahengiya hêzên Pasdaran di Tengava Hurmizê re derbas bûn."

Li gorî daxuyaniya Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê çûn û hatina di Tengava Hurmizê re bi hevahengiya hêzên Pasdaran dibe.

Roja 13ê Nîsanê, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Tengava Hurmizê dorpêçek danî.

Ev biryar piştî wê yekê hat ku dan û standinên li Îslamabadê yên di navbera Tehran û Washingtonê de 11ê Nîsanê bêencam bi dawî bûbûn.

Pergala nû ya kontrolê

Îranê ragihandibû ku wê kontrola temam a Tengava Hurmizê girtiye destê xwe û "pergaleke pişkinîn û derbasbûnê" ava kiriye.

Li gorî vê pergala nû, Îran tenê rê dide derbasbûna keştiyên wan welatan ku wan wekî "welatên dost" pênase dike.

Li beramberî vê yekê, Îranê çûn û hatina keştiyên Amerîka, Îsraîl û hevpeymanên wan ên Rojavayî bi temamî qedexe kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst