Serokkomarê Îranê: Em stûyê xwe li ber ti hêzan natewînin

Duh li 01:23
Nîşan Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan Amerîka Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan diyar kir ku ew dê stûyê xwe li ber ti hêzê xwar nekin û got, "Em ji bo rehetî û berjewendiyên xwe yên dinyayî rûmeta welêt nakin qurban."

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê (IRNA), Pizîşkiyan li Tehranê bi tevlîbûna endamên hikûmetê civînek li dar xist û li ser pêşhatên dawî û rewşa welêt nirxandin kirin.

"Em dê serî netewînin"

Pizîşkiyan anî zimên ku “dijminên wan” nikarin bi mûşek, bombe û balafiran wan stûxwar bikin lê dikarin bi derxistina tevliheviyê û xerakirina yekîtiyê civakê parçe bikin.

Pizîşkiyan destnîşan kir ku ew dê ti carî stûyê xwe li ber dijminan xwar nekin û got:

"Em dê serî netewînin. Ez dê bi ti awayî stûyê xwe li ber ti hêzê xwar nekim.

Em dê rûmeta welêt ji bo rehetî û berjewendiyên xwe yên dinyayî nakin qurban lê divê em welêt bi hişmendî bi rê ve bibin."

"Em bi rûmet dan û standinan dikin"

Serokkomarê Îranê bal kişand ser hinek gotinên li dijî dan û standinan û wiha axivî:

"Dirûşma 'Em dê dan û standinê nekin' bê wate ye. Eger em dan û standinan nekin divê em çi bikin?

Em bi rûmet dan û standinan dikin. Mafê me heye, mantiqê me heye, delîlên me hene.

Em dikarin mafên welatê xwe bi xurtî biparêzin û em dê bi piştgiriya gelê xwe mafên wan biparêzin."

Pizîşkiyan daxuyand ku axaftina bi mantiq û dayîna bersivên bi mantiq "bi dirûşman pêk nayê" û got:

"Ya teqez ew e ku em bi hemû hebûna xwe ji bo gel û welatê xwe dixebitin.

Em dê bi rûmeta xwe li hemberî biyaniyan rawestin û ji bo parastina mafên gelê xwe yê hêja dan û standinan bikin."

Banga teserûfê

Pizîşkiyan berê jî ji bo derbaskirina krîza enerjiyê ya li welêt banga teserûfa enerjiyê kiribû û di vê civînê de jî ev mijar anî rojevê.

Pizîşkiyan destnîşan kir ku ew ji Ewropayê 3 qatan zêdetir elektrîk û gaza xwezayî bi kar tînin û li pey çû:

"Di vî warî de pirsgirêkên me hene û eger ev yek wiha berdewam bike dê di mehên havîn û zivistanê de bibe sedema pirsgirêkan."

Pizîşkiyan bi bîr xist ku eger rêzik werin şopandin dibe ku pirsgirêkên qutbûna elektrîkê û gaza xwezayî çareser bibin û eşkere kir:

"Ev encam bandorê li her kesî dike. Kapasîteya me ya hilberîna benzînê kêm bûye.

Em rojane 100 milyon lîtreyan hildiberînin lê pêwîstiya me 150 milyon lître ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst