Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ragihand, wan fermandarekî bilind ê Supaya Pasdaran a Îranê kuştiye ku rola wî di hevkariya Hemasê ya berî êrişa 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan de hebûye.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz kuştina fermandarê Filistînê yê Feyleqa Qudsê yê Supaya Pasdaran a Îranê Seîd Azadî ragihand.
Israel Katz diyar kir ku Seîd Azadî di êrişeke asmanî ya Îsraîlê ya li bajarê Qumê yê Îranê de hatiye kuştin.
Hat ragihandin ku Seîd Azadî rasterast di aborî û çekdarkirina Hemasê ya ji bo êrişa 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan de berpirsyar bûye.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand:
“Kuştina wî fermandarî ji bo îstixbarata Îsraîlê û hêza asmanî destkefteke mezin e.
Kuştin dadperwerî ye ji bo kuştiyan û dîlan. Destê dirêj ê Îsraîlê digihêje hemû dijminan.”
Destpêka salê Katz ragihand ku Hezîrana 2021ê berpirsên bilind ên Hemasê Yehya Sînwar û Mihemed Zeyîfî ji fermandarê Feyleqa Qudsê Îsmaîl Qaanî re nameyek şandiye.
Hemasê di nameyê de ji bo piştgiriya planên xwe yên li dijî Îsraîlê 500 milyon dolarên Amerîkî xwestibû.
Israel Katz da zanîn, Seîd Azadî daxwaz qebûl kir û soza berdewamiya piştgiriya darayî ya Îranê da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse