Pizîşkiyan: Divê em pêwendiyên xwe bi welatên cîran re xurt bikin

26-07-2025
RÛDAW
Nîşan Mesûd Pizîşkiyan Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku di siyaseta derve de yek ji pêşîneyên wan ên herî girîng pêşxistina pêwendiyên bi welatên cîran re ye.

Mesûd Pizîşkiyan di serdana xwe ya Wezareta Karên Derve ya welatê xwe de ji karmendên wezaretê re axivî.

Pizîşkiyan tekezî li ser wê yekê kir ku di dema êrişên Îsraîl û Amerîkayê de jî wan çalakiyên dîplomatîk berdewam kirine.

Pizîşkiyan got, “Ji ber şert û mercên şer hinek ofîsên me girtî bûn lê dîplomatên me li ser kar bûn û dengê gelê Îranê gihandin cîhanê.”

Serokkomarê Îranê her wiha ji ber hevgirtina gel a di pêvajoya parastina 12 rojan de pesnê wan da.

Pizîşkiyan diyar kir ku ew di çarçoveya fermanên Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî de tevdigerin

Mesûd Pizîşkiyan da zanîn ku ew dê di warên parastin, ewlehî û dîplomasiyê de polîtîkayeke çalak bişopînin.

Pêwendiya pêşîn bi cîranan re

Pizîşkiyan anî zimên ku di siyaseta derve de cihê yekem didin welatên cîran û got:

“Divê em pêwendiyên xwe bi hemû cîranên xwe re, di nav de Tirkiye, Tirkmenistan, Azerbaycan, Efxanistan, Pakistan, Îraq û welatên Kendava Besrayê, xurt bikin.”

Pizîşkiyan wiha pê de çû, “Eger em pêwendiyên xwe bi welatên cîran re pêş bixin, em dikarin serkeftinên mezin bi dest bixin. Divê em aktîftir bin.”

Li aliyê din Pizîşkiyan da zanîn ku divê ji cîhana karsaziyê bigirin heta akademîsyenan, ji derdorên çandî bigirin heta sektora geştiyariyê her kes di vê pêvajoyê de cih bigire.

BRICS û RHŞyê

Serokkomarê Îranê diyar kir ku divê pêwendiyên bi welatên endamên BRICS û Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê (RHŞ) re bên berfirehkirin û got:

“Em dê bi welatên wekî Rûsya û Çînê û hevkarên xwe yên din re bi hevahengî tevbigerin.”

Pizîşkiyan da zanîn ku ew dê li ser bingeha “aqil, rûmet û berjewendiya dualî” bi welatên Ewropayê û dewletên din re jî pêwendiyan deynin.

Rexneya li Xezeyê

Pizîşkiyan amaje bi êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê jî da û bi gotina, “Hinek xwe wekî parêzvanên mafên mirovan nîşan didin lê li Xezeyê bûyerên dilşewat diqewimin” welatên Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan rexne kirin.

Her wiha Serokkomarê Îranê xwest ku ji bo Îraniyên li derveyî welêt karibin bi awayekî bêpirsgirêk vegerin welatê xwe, kar û xebat bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst