Welatiyekî Kurd li Tehranê 5 sal cezayê girtîgehê bi ser de hat sepandin

28-11-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Tehran Nîma Sultanî Rojhilatê Kurdistanê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Welatiyekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Nîma Sultanê ku nêzîkî du meh berî niha li Tehran a paytexta Îranê hatibû desteserkirin, cezayî 5 sal girtîgehê lê hatiye birîn.

Parêzerê Nîma Sultanî duh Yekşembê 27ê Mijdara 2022an ji Rûdawê re ragihand, piştî ku nêzî du mehan di zindana Êvînê de girtî bû, roja Şembiyê dadgehê cezayê 5 sal girtîgehê bi ser wî de sepand, herwiha dadgehê biryar daye ku bo dema 2 salan derketina bo derveyî welat li Nîma qedexe bike, herwiha bo dema 2 salan jî nikare di medyaya civakî de çalakiyan bike.

Nîma Sultanî 20 salî û xelkê bajarê Bane yê ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye û li Zanîngeha Huner a Tehranê beşa hunera pîşesyên destî dixwend.

Parêzerê Nîmayê ku nexwest navê wî were aşkerekirin, dibêje Nîma bi “çêkirina aloziyan, handana bo xwepêşandanan û çalakiyên di medyaya civakî de” hatiye tohmetbarkirin. Lê parêzerî wî, wan tohmetan red dike.

Hevalekî Nîma Sultanî ku nexwest navê wî were aşkerekirin, roja Yekşembê 27ê Mijdarê ji Rûdawê re got, heftiya bihorî serdana zindana Êvînê kiriye û ji nêzîk ve Nîma dîtiye ku li gel hejmarek ji girtiyên xwepêşandanên Tehranê bûye.

Parêzerê Nîma ji Rûdawê re diyar kir, biryara dadgeha şoreşê ya Tehranê roja Şembiyê hatiye dan, lê wan îtîraz kiriye û ew bi hêvî ne ku cezayê Nîma bê kêmkirin an jî bi danîna barimteyeke darayî were azadkirin.

Li gor amarên nefermî, ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve tenê li Rojhilatê Kurdistanê 112 kes bi guleyên hêzên emnî yên Îranê canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 5 hezar kesan jî hatine desteserkirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst