Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf got, "Neyar hewl didin karê xwe yê nîvcomayî bi rêya aloziyan li Îranê temam bikin."
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro di rûniştina asayî ya parlamentoyê de gotarek pêşkêş kir.
"Îsraîl û Amerîka rastî şikestineke mezin hatin"
Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir Îsraîl û Amerîka di şerê 12 rojî de rastî şikestineke mezin bûn û got:
"Gelê Îranê bi berxwedana xwe, ew kesên ku çavê wan ê xerab li ser vê axê bû bêhêvî kirin, her wiha biyanîperest jî hêrs û bêhêvî kirin."
"Hewl didin karê xwe yê nîvcomayî bi rêya aloziyan temam bikin"
Qalîbaf derbarê helwestên Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser şer de got:
"Niha ku xortên wêrek ên Îranê dijminên xwe bi vî rengî bêhêvî kirin, neyar hewl didin bi operasyonên derûnî, şandina peyamên dijber û têkdana awayê hizirîna xelkê, yekrêziya Îraniyan a di rûbirûbûnê de têk bibin û karê xwe yê nîvcomayî bi rêya aloziyan li Îranê temam bikin."
Di 26ê Hezîranê de, sêyemîn gotara vîdyoyî ya Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî derbarê şerê 12 rojî de hat belavkirin ku tê de behsa "serketina li hemberî Amerîka û Îsraîlê" dike.
Trump û Xamineyî
Piştre Trump di postekê de rexne li axaftinên Xamineyî girt û got:
"Di van çend rojên borî de min li ser îhtimala rakirina cezayan û çend tiştên din kar dikir ku dê derfeteke gelek baştir bida Îranê da ku vejîneke lezgîn, bilez û tam pêk bîne," lê ji ber axaftinên Elî Xamineyî "min dev ji hemû karên li ser kêmkirina cezayan berda."
Serokê Parlamentoya Îranê got, "Ew (Trump) rojekê ji bo xapandina xelkê, bêyî ku ti fermaneke cîbicîkar derxistibe, li ser torên civakî cezayan (li ser Îranê) radike û çend saet şûnde, ew cezayên ku hêj nehatine rakirin, bi hinceta helwesta berpirsên Îranê, ji nû ve disepîne, da ku wisa nîşan bide ku sedema cezayan berpirsên Îranê ne."
13ê Hezîranê şerê Îran û Îsraîlê dest pê kir.
Amerîkayê jî di 22yê vê mehê de bi balafirên şer û mûşekan êrişî tesîsên atomî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê kir.
Piştre Trump di 24ê Hezîranê de agirbesta di navbera Tehran û Tel Avîvê de ragihand.
"Dîsa behsa îhtimala ji nû ve destpêkirina şer dike"
Qalîbaf got, "Hêj bersiva wê pirsê nehatiye dayîn ku Amerîkayê çawa di nava dan û standinan de şer da destpêkirin.
Lêbelê hêj demeke wisa zêde di ser agirbestê re derbas nebûye, dîsa behsa îhtimala ji nû ve destpêkirina şer dike, da ku tirsê bixe dilê gelê Îranê yê wêrek."
Serokê Parlamentoya Îranê her wiha da zanîn, "Helwestên Serokê Amerîkayê ne cihê baweriyê ne.
Her daxuyaniyeke wî, yan planek e ji bo têkdana hizra berpirsên welat û belavkirina tirs û bêhêviyê di nava gelê Îranê de, yan jî mijareke bê wate ye ku tenê ji bo balkişandinê hatiye gotin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse