Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî ragihand, dijayetiya Amerîkayê ya li hemberî şiyana atomî ya Îranê hincet e û pirsgirêka wan a sereke bi desthilata Komara Îslamî re ye.
Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî bi xizmên kuştiyên şerê Îran û Îsraîlê re civiya û ragihand:
“Di şerê 12 rojan de me şiyanên xwe yên ji bo parastina xwe û xurtkirina bingehên desthilata Îranê nîşanî cîhanê dan.”
Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî got:
“Tiştê ku Amerîka û Rojava dibêjin, qaşo pirsgirêka wan bi bernameya atomî ya Îranê û dewlemendkirina uranyumê yan jî pirsgirêka mafên mirovan re heye, hincet e û armanca wan a sereke nehiştina desthilata Komara Îslamî ye.
Ol û zanist du hêmanên sereke yên damezirandina Komara Îslamî ne û çawa ku em heta niha li hemberî gefan sekinîn û me dijmin ji qada şer derxistin, di paşerojê de jî bi xurtkirina desthilata xwe, em dê baştir rûbirûyê neyarên xwe bibin.”
Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha da zanîn:
“Gelê Îranê, dê di bihêzkirina bawerî û bipêşxistina zanistên curbicur de berdewam be û berovajî daxwaza dijminan, em dê Îranê bigihînin lûtkeya bipêşketinê.”
Xamineyî amaje bi şerê Îran û Îsraîlê kir û anî ziman:
“Di şerê 12 rojan de, gelê Îranê destkeftiyên mezin bi dest xistin û welatên cîhanê li hemberî hêz û şiyanên Îranê û berxwedana gelê wê matmayî man.
Wan ji nêzîk ve hest bi hêza Îranê kir.
Ev bûyer ji bo me ne nû bûn, di 46 salên borî de, ji bilî şerê 8 salî yê sepandî, Komara Îslamî gelek caran rûbirûyê bûyerên wekî derbe û aloziyên curbicur ên leşkerî, siyasî û ewlehiyê bûye û hemû planên dijmin pûç kirine.”
Îsraîlê 13ê Hezîranê êrişeke mezin bir ser baregehên leşkerî û tesîsên nukleerî yên Îranê.
Di wî şerî de, Îsraîlê bi taybetî tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê kirin armanc û hejmarek fermandarên payebilind û zanayên atomî yên wî welatî jî di êrişan de hatin kuştin.
22yê Hezîranê jî Amerîka tevlî şer bû û navendên nukleerî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê kirin armanc û piştî 3 rojan Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbest ragihand.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse