Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomariya Îraqê li ser girtina Hecac Tikrîtî daxuyanî da û diyar kir ku ji bo girtina Hecac 8 mehan operasyoneke "hûr û nehênî" hatiye hatiye kirin.
Doh hat ragihandin ku Celadê navdar ê Zindana Nugre Salmanê Hecac Tikrîtî (Ajaj Tikrîtî) ku di dema Komkujiya Enfalê de dijî gelê Başûrê Kurdistanê tawanên hovane kiribûn hatiye girtin.
Şêwirmenda Serokkomariya Îraqê Perî Nûriyê ku dosyeyê ji nêz ve dişopîne ji Rûdawê re got, "Em 8 mehan li gel Asayîşa Niştimanî ya Îraqê di nav hevkariyê de bûn da ku bigihîjin encameke baş.
Me jî ev encam bi dest xist û Hecac hat girtin."
Navê tam ê Hecac, Hecac Ehmed Herdan Tikrîtî ye. Ew xelkê bajarê Tikrîtê yê parêzgeha Selahedînê ye û ji eşîra Sedam Husên (Elbûnasir) e.
Perî Nûriyê li ser dema girtina Hecac Tikrîtî got, "Ew beriya çend rojan hatibû girtin.
Wekî Ofîsa Xanima Yekem a Îraqê heta îtîrafên wî neyên wergirtin û belge û wêne negihîjin destê me, me nexwest em nûçeyê belav bikin.
Kesekî ji Semawayê wekî mizgînî ev agahî dabû rêxistinên civakî û nûçe belav bû, loma me jî piştre ragihand."
"Tenduristiya wî gelekî baş e."
Perî Nûriyê di berdewamiyê de behsa tenduristiya Hecac Tikrîtî jî kir û got: "Wekî Serokkomarî û Ofîsa Xanima Yekem a Îraqê 8 mehan me rewş dişopand da ku bizanin ka Asayîşa Niştimanî gihiştiye çi qonaxê û em çawa dikarin bibin alîkar.
Hemû kar di bin çavdêriya Xanima Yekem a Îraqê de bû."
Li gorî şêwirmendê, wan gilîkar di nav tedbîrên ewlehiyê de gihandine Semawayê û li wir li dijî tohmetbar gilî tomar kirine.
Wê got, "Dadwer û Dozgeriya Giştî ya Semawayê jî bi awayekî dadperwerane biryara girtina wî dan."
Perî Nûriyê da zanîn ku Hecac Tikrîtî ji aliyê Asayîşa Niştimanî ya Semawayê ve bi hevkariya Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Îraqê hatiye girtin.
Wê sedema ku operasyon 8 mehan kişandiye jî wiha anî zimên: "Xebat gelekî bi hûrgilî û nehênî hat meşandin da ku Tikrîtî nikaribe xwe veşêre."
Şêwirmend Periyê li ser cihê mayîna Hecac Tikrîtî ti agahî neda û got, “Em naxwazin cihê wî eşkere bibe ji ber ku gelek lêkolîn mane û ev yek dikare bandoreke neyînî li lêpirsînê bike."
Sala 1988an, rejîma Beasê bi pêngaveke serbazî ya mezin û plankirî, bi 8 qonaxan pêvajoya Enfalê ya li dijî Kurdan da destpêkirin.
Li gorî gotinên rizgarbûyan, hemû kesên ku di Enfalê de hatibûn girtin, ji hev hatine veqetandin.
Ciwan bi otobusan ber bi çalên mirinê ve hatin şandin. Jin, zarok, kal û pîr jî bo zindana tirsnak a Nugre Selmanê ya li başûrê Îraqê, li ser sînorê Erebistana Siûdî hatin veguhestin.
Girtiyên li Zindana Nugre Selmanê, rojane ji aliyê celadê bi navê Hecac Tikrîtî ve rastî şkenceyê dihatin. Di nav Kurdan de jê re "Hecac" tê gotin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse