Asayîşa Niştimanî ya Îraqê: Hecac li tawanên xwe yên li dijî Kurdan mikur hat

03-08-2025
RÛDAW
Nîşan Hecac Tikrîtî Nugre Selman Erşad Hekîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Asayîşa Niştimanî ya Îraqê ragihand ku lêpirsîna li gel tometbarê doza Enfalê Hecac Ehmed Herdan berdewam e û tometbar li tawanên xwe yên li hemberî zindaniyên Nugre Selmanê mikur hatiye.

Li aliyê din, Eşîra Obêdî red dike ku kesê hatiye girtin Hecacê Nugre Selmanê be û ew Hecac Hemîd Xelef Obêdî ye.

Berdevkê Asayîşa Niştimanî ya Îraqê Erşed Hakim ji Rûdawê re ragihand ku ew kesê ku hatiye girtin navê wî Hecac Ehmed Herdan e (Hecac Tikrîtî) û wekî "Hecacê Nugre Selmanê" tê naskirin.

Erşed Hekîm diyar kir ku niha lêpirsîn li gel Hecac Tikrîtî tê kirin.

Erşed Hakim got, "Ew kes di lêpirsînan de zû li tawanên xwe mikur hat.

Wî bi taybetî jî tawanên ku li dijî Kurdan kirine qebûl kirin û pêvajoya lêpirsîna li gel wî di qonaxa dawî de ye."

Roja pêncşemê (31.Tîrmehê) Ofîsa Xanima Yekem a Îraqê Şanaz Îbrahîm Ehmedê ragihandibû ku "tawanbarekî pêlên Enfalê yê bi navê Hecac Ehmed Herdan hatiye girtin."

Ofîsa Şanaz Îbrahîm Ehmedê ji zindanî û malbatên zindaniyan û kesên bêserûşûnkirî xwestibû ku ji bo tomarkirina gilî û dozê ya li dijî wî "tawanbarî" pêwendiyê bi wan re deynin.

Eşîra Obêdî red dike

Li aliyê din, Eşîra Obêdî jî li ser girtina wî kesî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew kesê hatiye girtin ne Hecacê Nugre Selmanê ye û ew kesekî bêtawan e.

Rîspî û kesayetiyên Eşîra Obêdî îro li Kerkûkê di kongreyeke rojnamegeriyê de ragihand ku navê wî kesê hatiye girtin "Hecac Hemîd Xelef Obêdî" ye û cotkarekî sade ye ku bi şaşî û tenê ji ber ku navê wî jî Hecac e ew hatiye girtin.

Li gorî gotina kesayetiyên Eşîra Obêdî ew kesê hatiye girtin ne Hecac Tikrîtî ango celadê Nugre Selmanê ye.

Kesayetiyên Eşîra Obêdî got,"Hecac Obêdî di sala 1965an de ji dayîk bûye, ti carî di dema rejîma berê de ti pileya leşkerî yan hizbî wernegirtiye û jiyana xwe bi cotkariyê derbas kiriye."

Eşîrê ji saziyên dadwerî û ewlehiyê xwest ku bi lez û li gorî yasayan, nasnameya kesê girtî piştrast bikin û navê wî yê çaralî bi tomarên fermî re bidin ber hev da ku rastî derkeve holê.

Erşed Hakim ji Rûdawê re ragihand ku agahiyên wan kesayetiyan ne rast in.

Eşîra Obêdî belgeyek jî pêşkêş kiriye da ku îsbat bike ku navê wî kesê girtî "Hecac Hemîd Xelef Obêdî" ye, ne "Hecac Ehmed Tikrîtî" ye ku tometbarê sereke yê doza Enfalê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst