Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Niştimanî ya Îraqê ragihand ku wan celadê Nugre Selmanê desteser kiriye û da zanîn ku xizmên wî ji bo xapandina hêzên ewlehiyê gotibûn ku ew miriye.
Asayîşa Niştimanî ya Îraqê daxuyaniyek belav kir û got, "Di encama operasyonên taybet ên li dijî tawanbarên rejîma berê û piştî şopandineke îstixbaratî ya hûr a ku zêdetirî 6 mehan berdewam kir hêzên me yên li parêzgeha Musennayê, bi hevkariya hêzên ewlehiyê yên li başûrê Selahedînê, karîn yek ji tawanbarên sereke yên rejîma berê bigirin.
Ew kes jî firarî Hecac Ehmed Herdan e ku wekî Hecacê Nugre Selmanê tê naskirin."
Navê tam ê Hecac, Hecac Ehmed Herdan Tikrîtî ye. Ew xelkê bajarê Tikrîtê yê parêzgeha Selahedînê ye û ji eşîra Sedam Husên (Elbûnasir) e.
Li gorî daxuyaniyê, Hecac gelek postên ewlehiyê wergirtine, di nav de efseriya li Rumeyse, Necmî, Hîlal, parêzgeha Musenna, Buseyye û herî dawî jî li Nugre Selmanê.
Asayîşa Niştimanî ya Îraqê eşkere kir ku Hecac li herêmên di bin kontrola xwe de beşdarî gelek "îdamkirin û veşartina qurbaniyan a di gorên bikom de" bûye.
Her wiha di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Tohmetbar di dema dîktatoriyê de zincîreyek tawanên li dijî mirovahiyê li hemberî sedan welatiyên Îraqî pêk anîne, bi taybetî jî li hemberî wan Kurdên ku bi zorê ji bo parêzgeha Musennayê hatibûn dûrxistin.
Tawanên wî ji şkence, kuştin û destdirêjiya seksî ya di nav zindanên bi navê xerab de pêk dihatin."
Bi derewa "mirinê" xwe vedişart
Wekî ku Asayîşa Niştimanî ya Îraqê amaje pê dike, xizmên Hecac ji bo "xapandina" dezgehên ewlehiyê gotine ku ew miriye lê hewldanên îstixbaratî, analîzkirina zanyariyan û berawirdkirina wan bi îtîrafên berê re, bû sedem ku cihê wî li parêzgeha Selahedînê were eşkerekirin.
Asayîşa Niştimanî ya Îraqê got, "Piştî wergirtina erêkirina dadwer û tomarkirina îfadeyên qurbaniyan, operasyona girtina tohmetbar hat pêkanîn û ew ji bo temamkirina tedbîrên yasayî radestî aliyên pêwendîdar hat kirin."
Sala 1988an, rejîma Beasê bi pêngaveke serbazî ya mezin û plankirî, bi 8 qonaxan proseya Enfalê ya li dijî Kurdan da destpêkirin.
Kesên ku di Enfalê de hatibûn girtin, ji hev hatine veqetandin. Ciwan bi otobusan ber bi çalên mirinê ve hatin şandin.
Jin, zarok, kal û pîr jî bo zindana tirsnak a Nugre Selmanê ya li başûrê Îraqê, li ser sînorê Erebistana Siûdî hatin veguhestin.
Girtiyên li Zindana Nugre Selmanê, rojane ji aliyê celadê bi navê Hecac Tikrîtî ve rastî şkenceyê dihatin. Di nav Kurdan de jê re "Hecac" tê gotin.
#GRAFÎK - Wêneyê nû yê Celadê Nugre Salmanê Hecac Tikrîtî hat belavkirin pic.twitter.com/DxqlxoC3R1
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 1, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse