Hewlêr (Rûdaw) - Li çend deverên Herêma Kurdistanê, pêvajoya gilîkirina li dijî tohmetbarê Enfalê Hecac Tikrîtî ku wekî "Celadê Nugre Selmanê" tê naskirin berdewam dike.
Li gorî agahiyên ku aliyên pêwendîdar daye Rûdawê, heta îro zêdetirî 150 kesî giliyê Hecac Tikrîtî kiriye.
Pêvajoya ku 4ê Tebaxê li Îdareya Germiyanê, navçeya Çemçemalê û Muzexaneya Emne Sûreke ya li Silêmaniyê dest pê kiriye dê heta 9ê Tebaxê berdewam bike.
Birêvebirê Birevebiriya Giştî ya Kar û Barên Şehîd û Enfalkiriyan a Germiyanê Cebar Şehîd Mihemed, ji Rûdawê re got: "Pêvajo berdewam dike û heta îro zêdetirî 70 formên gilîkirinê hatine dagirtin."
Li navçeya Çemçemalê jî heman pêvajo berdewam dike û li gorî agahiyên Rûdawê, li wir herî kêm 50 formên gilîkirinê hatine dagirtin.
Birêvebirê Monumenta Çemçemalê Habîl Ehmed jî ji Rûdawê re got: "Rojane xelk me ziyaret dike û formên gilîkirinê dadigirin. Ev çar roj in pêvajo berdewam dike û dê pêvajo 2 rojên din jî bidome."
Her wiha Qaymeqamê Çemçemalê Remk Remezan jî ji Rûdawê re got: "Em daxwazê ji wan kesên ku bi destê Hecacê tawankar êş kişandine dikin ku di van 2 rojên mayî de formên gilîkirînê dagirin."
Navendeke din a wergirtina gilîkirinê Muzexaneya Emne Sûreke ya Silêmaniyê ye.
Birêvebirê Muzexaneyê Ako Xerîb ji Rûdawê re got: "Heta îro li cem me 30 kesan formên xwe dagirtine.
30 kesên din jî form birine lê hîn venegerandine."
Wî her wiha destnîşan kir ku di dawiya pêvajoyê de, formên Kelar û Çemçemalê jî dê bên Silêmaniyê û rêkarên yasayî ji bo wan bên girtin.
Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî ku yek ji tohmetbarên sereke yên tawana Enfalê ye, roja 31ê Tîrmehê hatibû girtin.
Sala 1988an, rejîma Beasê bi pêngaveke serbazî ya mezin û plankirî, bi 8 qonaxan pêvajoya Enfalê ya li dijî Kurdan da destpêkirin.
Kesên ku di Enfalê de hatibûn girtin, ji hev hatine veqetandin. Ciwan bi otobusan ber bi çalên mirinê ve hatin şandin.
Jin, zarok, kal û pîr jî bo zindana tirsnak a Nugre Selmanê ya li başûrê Îraqê, li ser sînorê Erebistana Siûdî hatin veguhestin.
Girtiyên li Zindana Nugre Selmanê, rojane ji aliyê celadê bi navê Hecac Tikrîtî ve rastî şkenceyê dihatin. Di nav Kurdan de jê re "Hecac" tê gotin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse