Du namzedên çermreş ên Îraqî dixwazin cudakariyê bi dawî bikin

07-11-2025
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Îraqê Macid Xalidî Zeyneb Girimlî Çerm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê çermreş ên Îraqî di nav lîste û fraksiyonên cuda yên Îraqê de cih digirin û ew dixwazin cudakariya li hemberî çermreşên Îraqî bi dawî bikin.

Macid Xalidî dema li Besreyê posterê xwe yê li ser cadeyê çirandî sererast dikir got:

"Em nizanin çima wisa lê hatiye kirin gelo ji ber ku rengê çermê min reş e vê yekê dikin?"

Ew namzedê hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ji pêkhateya çermreş ên Îraqî ye û ew xwe wekî çermreşên Îraqî pênasê dikin.  

Macid Xalidî li ser torên civakî vîdeoyek belav kir ku tê de posterê xwe yê mezin ê çirandî li ser kolaneke sereke ya Besreyê sererast dike.

Piraniya çermreşên Îraqî li parêzgeha Besreyê dijîn. Bi taybetî jî li navçeya Zubeyrê ne û ew navçe cihê niştecihbûna piraniya çermreşên Îraqî ye.

Çermreşên Îraqî di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de du namzed destnîşan kiriye her du namzed li ser du lîsteyên cuda yên Şîeyan yên li Besreyê ne.

Macid Xalidî namzedê Lîsteya Sadiqûn e ku girêdayî Tevgera Esayîb Ehl Heqê ye.

Zeyneb Girimlî jî namzeda Lîsteya Dewleta Yasayê ye ku Nûrî Malikî serokatiya wê fraksiyonê dike.

Zeyneb Girimliyê ji Rûdawê re got, "Em dixwazin mafên çermreşên Îraqî biparêzin. Ji ber cudahiya me ya çandî ya ku nêzîkî welatên Kendavê ye, em rastî tinazan tên."

Çavê wan li kota û postên bilind e

Ew her du namzed ji bo 25 kursiyên Besreyê yên Parlamentoya Îraqê bi 571 namzedên din re rikberiyê dikin.

Her wiha li parêzgehê şeş kursiyên kotaya jinan jî hene.

Daxwaza wan namzedan ew e ku di birêvebiriyê de bigihîjin wan mafên ku li gorî wan heta niha ji wan re nehatiye dayîn.

Zeyneb Girimliyê got, "Em dixwazin para me di postên bilind de hebe."

Heta niha di hikûmeta xwecihî ya Besreyê de ti postên bilind ên çermreşan nînin û ti parlamenterên wan jî ji bo Îraqê bi ser neketine.

Çavên endamên vê pêkhateyê li ser Pêşnûmeyasaya Parastina Pêkhateyan e.

Di vê xula Parlamentoya Îraqê de ji bo wê pêşnûmeyasayê xwendina yekem hatiye kirin lê yasa nehatiye pesendkirin.

Yek ji wan pêkhateyên ku di pêşnûmeyasayê de behsa wê tê kirin jî pêkhateya çermreşên Îraqî ye.

Birêvebirê Rêxistina Ensar Huriyeyê Selah Selman li ser mafên çermreşên Îraqî ji Rûdawê re axivî.

Rêxistina Ensar Huriyeyê bi taybetî li mafên pêkhateya çermreşên Îraqî kar dike.

Selah Selman ji Rûdawê re got, "Em li benda parlamentoyê ne ku wê pêşnûmeyasayê pesend bike da ku em wekî pêkhateyekê bên naskirin.

Paşê em dê wekî pêkhateyên din li Parlamentoya Îraqê daxwaza kotayê bikin."

Li gorî agahiyan, hejmara çermreşên Îraqî 1,5 milyon û 2 milyon e lê ti navendeke fermî ya Îraqê vê hejmarê vê pêkhateyê piştrast nake.

Selah Selman got, " Piştî sala 2023yan nêzîkî hezar kes ji me koçber bûne û ji wêlêt derketine. "

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst