Komîsyonê encamên fermî yên hilbijartinên Îraqê eşkere kirin

17-11-2025
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Îraqê Encamên Fermî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê li Bexdayê encamên fermî yên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê eşkere kirin.

Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê 11ê Çiriya Paşîn hatin kirin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku rêjeya beşdariya giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ji sedî 56,11 e.

Li gorî encamên ku hatin eşkerekirin, Hevpeymaniya Binesazî û Bipêşketinê ya bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî herî zêde deng standin û bû yekem.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî bi derbaskirina milyonek dengî, li Herêma Kurdistanê bû partiya yekem.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, encamên fermîn yên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê di civîneke rojnamegeriyê de li Bexdayê eşkere kirin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Dadwer Omer Ehmed ragihand ku pêvajoya hilbijartinê li gorî standardên navneteweyî bi rê ve çûye.

 Dadwer Omer Ehmed her wiha da zanîn ku deriyê îtirazê ji bo aliyên siyasî vekiriye.

Li Bexdaya paytexta Îraqê Hevpeymaniya Binesazî û Bipêşketinê ya bi serokatiya Sûdanî bû yekem, Partiya Teqedûmê ya Serokê berê yê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî bû duyem û Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî jî bû sêyem.

Sûdanî li parêzgehên Necef û Kerbelayê jî di rêza yekem de cih girt.

Li Mûsil, Hewlêr û Dihokê PDK bû yekem

Li Mûsilê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piraniya dengan stand û bû partiya yekem.

PDKyê li Hewlêr û Dihokê jî piraniya dengan stand û bû partiya yekem.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê bû yekem û li Hewlêrê jî bû partiya duyem.

Belavbûna parlamenteran li hinek parêzgehan wiha ye:

Hewlêr (16 parlamenter )

PDK: 9 parlamenter

YNK: 3 parlamenter

Helwesta Niştimanî: 2 parlamenter

Tevgera Nifşê Nû: 1 parlamenter

Kotaya Xiristiyanan Kaldo Remzî Hormuz Şabo Ogna: 1 parlamenter

Dihok (12 parlamenter)

PDK: 9 parlamenter

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 2 parlamenter

Samî Oşana Gorgîs Enwiya (Kota Mesîhî): 1 parlamenter

Silêmanî (18 Parlamenter)

YNK: 8 parlamenter

Helwest: 3 parlamenter

Nifşê Nû: 2 parlamenter

PDK: 2 parlamenter

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 2 parlamenter

Kerkûk (13 Parlamenter)

YNK: 4 parlamenter

Teqedûm: 3 parlamenter

Eniya Tirkmenî ya Îraqê: 2 parlamenter

PDK: 1 parlamenter

Mûsil (34 Parlamenter)

PDK: 5 parlamenter

Teqedûm: 4 parlamenter

Hevpeymaniya Avakirin û Pêşketinê: 4 parlamenter

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst