RAPOR: 'Îraqî xizmetê dixwazin, Amerîka li dijî Îranê li kaxezeke zextê digere'

08-11-2025
RÛDAW
Nîşan Weqfa Century Îraq Hilbijartin Amerîka Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya ramanan a Amerîkayê Weqfa Centuryê di rapora xwe ya dawî ya derbarê hilbijartinên parlamentoya Îraqê de bal kişand ser cudahiyên di navbera hêviyên xelkê û pêşîniyên Amerîkayê yên li Îraqê de.

Li gorî raporê, Washington hikûmeta nû ya Îraqê wekî "kaxezeke zextê ya li dijî Îranê" dibîne, lê ji bo xelkê Îraqê pêşîniya sereke xizmetguzarî û derfetên kar in.

Rapor her wiha behsa bûyerên kirîna dengan ên di pêvajoya hilbijartinê de jî kir.

Hat ragihandin ku berpirsên partiyan li Bexda û parêzgehên din kartên biometrîk ên dengdanê heta bi 400 dolarî dikirin.

Li gorî çavdêriyên Weqfa Centuryê, li paytext Bexdayê, bi taybetî li taxa Keradeyê, bi sedan afîşên hilbijartinê kolan û meydan dagirtine.

Hat diyarkirin ku namzed ji bo ku rasterast bi xelkê re têkiliyê deynin, serdana qehwexaneyan dikin û heta hinek wezîran konvoyên xwe terikandine û li kolanan bi dengdêran re li hev civiyane.

"Daxwazên xelkê: Xizmet, kar û lixwepirsîn"

Rapor dide zanîn ku piraniya xelkê Îraqê ji pêvajoya siyasî dûr ketiye.

Tevî bangên ji bo beşdarbûna di hilbijartinan de, hat diyarkirin ku "tenê ew beşên ku rasterast ji sîstema heyî sûdê werdigirin" bi coş in.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî du roj berê di daxuyaniyekê de gotibû ku beşdarbûna xelkê "ji bo ku derfet ji destwerdanên biyanî re neyê dayîn" girîng e.

Lê li gorî raporê, piraniya dengdêrên Îraqî ji nîgeraniyên jeopolîtîk zêdetir ji ber bêkarî, kêmasiya xizmetguzariyê û zehmetiyên aborî bi fikar in.

"Îraq di navbera rikberiya Amerîka û Îranê de"

Rapor diyar dike ku di siyaseta Amerîkayê ya li Îraqê de pêşînî sînordarkirina bandora herêmî ya Îranê ye.

Lê Weqfa Century tekez dike ku divê Washington li Îraqê "li şûna hesabên jeopolîtîk, bala xwe bide ser xurtkirina saziyên demokratîk."

Di raporê de hat gotin, “Îraq li şûna hikûmeteke îdeolojîk, eger bibe welatekî pêşketî û aram, dikare di herêma xwe de bibe hêzeke erênî.”

"Tevî aramiya nisbî, qeyrana xizmetguzariyê kûr dibe"

Tevî ku Îraqê di salên dawî de aramiyeke nisbî bi dest xistiye jî, li gorî raporê xizmetguzariyên giştî hîn jî kêm in.

Birîna elektrîkê wekî "pirsgirêkeke rojane" hatiye pênasekirin û hat ragihandin ku qeyrana avê di sala 2025an de gihîştiye asta xwe ya dîrokî.

Li gorî daneyên Wezareta Çavkaniyên Avê ya Îraqê, sala 2025an dê ji sala 1933yan û vir ve bibe sala herî ziwa.

Rezervên avê di nava salekê de ji 21 milyar metrekûpî daketiye nîvî.

"Beşdariya kêm: Qeyrana demokrasiyê kûr dibe"

Rapora Weqfa Centuryê diyar dike ku rêjeya beşdariya dengdêran li Îraqê ji sala 2005an û vir ve bi awayekî birêkûpêk kêm dibe û ev yek bûye "qeyraneke binyadî ya demokrasiya Îraqê."

Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, ji bo hilbijartinên 11ê Çiriya Paşîn 21,3 milyon dengdêr hatine tomarkirin.

Lê hat ragihandin ku nêzîkî 8 milyon welatiyên di temenê dengdanê de ne, xwe tomar nekirine.

Tê payîn ku rêjeya beşdariyê li derdora ji sedî 42 bimîne; di vê rewşê de tê pêşbînîkirin ku tenê sêyeka nifûsa mezinan biçe ser sindoqan.

Rapor dide zanîn ku bi taybetî nifşê ciwan ê ku piştî 2003yan ji dayîk bûye, baweriya xwe bi hilbijartinan nayne û dengdanê wekî "ji nû ve parvekirina kursiyên desthilatê" dibîne.

"Stratejiya siyasî: Birêvebirina bêhêvîtiyê"

Li gorî raporê, siyasetmedarên Îraqî rêjeyên kêm ên beşdariyê ji bo berjewendiya xwe bi kar tînin.

Bêhêvîtiya giştî ya xelkê dibe sedem ku dengdêrên bêalî neçin ser sindoqan, ev jî derfetê dide ku bingehên partiyan bên handan.

Ev rewş dibe sedema bihêzbûna partiyên ku gihîştina wan a bi çavkaniyên dewletê û komên çekdar re heye.

"Boykot û pêvajoya piştî hilbijartinê"

Tê payîn ku hinek kom, bi taybetî Tevgera Sedr a bi serokatiya Muqteda Sedr, hilbijartinan boykot bikin.

Rapor tekez dike ku ev yek dibe ku pêvajoya avakirina hikûmetê bilez bike, lê dê zererê bide rewatiya hilbijartinan.

Hikûmeta Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî jî hewl dide xwe wekî "hêmaneke hevsengiyê ya ku saziyên dewletê xurt dike" bi cih bike.

Lê li gorî raporê, "nayê payîn ku hilbijartinên 11ê Çiriya Pêşîn kevneşopiya siyaseta lihevkirinê ya li Îraqê ji kokê ve biguherîne."

Di encamê de, di beşa dawî ya raporê de wiha hat gotin:

"Paşeroja demokrasiya Îraqê dê bi zêdekirina lixwepirsîna siyasetmedaran û başkirina şert û mercên jiyana xelkê şekil bigire.

Xelk êdî ne tenê birêvebiriyeke ku daxwaza dengan dike, birêvebiriyeke ku sozan bi cih tîne dixwaze."

Li gorî Weqfa Centuryê, hilbijartinên çiriya pêşîn dê diyar bikin ka Îraq dikare aramiya xwe ya heyî veguherîne modelek birêvebirinê ya mayînde yan na.

Lê ji bo gelek Îraqiyan, pirsa sereke ew e ku gelo guherîn dê ji sindoqan were yan ji veguherîneke bingehîn a di têgihiştina birêvebiriyê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst