Ji bo vegera koçberan şandeke Iraqê diçe ser sînorê Belarûsê

08-12-2021
RÛDAW
Nîşan Koçber Belarûs Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi armanca vegerandina dilxwaz ya koçberên Iraqê  ji ser sînorê Belarûs û Lîtwanyayê, li ser biryara Wezîrê Derve yê Iraqê, şandeke Iraqê diçe ser sînorê wan herdu welatan.

Berdevkê wezareta derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ji tora medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku piştî wergirtina vê bangewaziyê wezîrê derve yê Iraqê daxwaz ji balyozxaneya Iraqê ya li Warşowê kiriye, ku şandekê bişîne ser sînorê navbera Lîtwanya û Belarûsê da ku pasaportan ji wan kesan re derxe ewên ku dixwazin bi dilê xwe vegerin.

Berdevkê wezareta derve ya Iraqê da xuyakirin, ku heta niha wan 18 pasport ji wan kesên Iraqî re derxistine û şanda Iraqî  bi aliyê Lîtwanî re lihev kiriye bo bihêle ew koçber biçin welatê xwe, taku mijara vegera koçberên Iraqê were bidawîkirin.

Roja Sêşemê 7/12/2021'an karwaneke din a koçberan ji Belarûsê vegeriya û hejmara wan 417 kes bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst