Hizbulah û Hûsî hîn di lîsteya terorê ya Îraqê de ne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Xwenîşandana li dijî biyara Îraqê /Wêne:
Xwenîşandana li dijî biyara Îraqê /Wêne:
Nîşan Îraq Lîsteya Terorê Hizbulaha Libnanê Husiyên Yemenê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ew hejmara Rojnameya Fermî ya Îraqê ku navê Hizbulah û Husiyan xistibû lîsteya terorê hîn li ser malpera Wezareta Dadê ya Îraqê ye û nehatiye rakirin.

Ji bilî van, di heman hejmarê de 142 kesên din û 24 kom û komên din jî wekî terorîst hatine pênasekirin.

Di lêkolînekê de derket holê ku di wê hejmara Rojnameya Waqayî ya Îraqê (Rojanemeya Fermî) de gelek nav û komên din hene ku bal nekişandiye ser wan.

Di lîsteyê de navên Tevgera Hizbulahê ya Libnanê û Tevgera Ensarulahê ya Yemenê ku wekî Hûsî tên naskirin cih digirin.

Di hejmara 4848an a rojnameyê de, bi giştî biryara ragirtina pere û samanên nêzîkî 139 kesan hatiye dayîn. Ev kes dabeşî du beşan dibin:

Terorîstên navxweyî (Îraqî)

Li gorî biryarên (56-60), bi giştî 63 kes in. Piraniya van xelkê parêzgehên Enbar, Mûsil, Selahedîn û Diyalayê ne û ji ber endamtiya DAIŞê ceza li wan hatiye birîn, ango hemû Sunne ne.

Lîsteya navneteweyî

Li gorî biryara hejmara 61ê, lîsteya 76 kesan hatiye belavkirin ku piraniya wan biyanî ne (Malezyayî, Endonezyayî, Fîlîpînî û yên din).

Bi biryara hejmar 61ê ya Komîteya Ragirtina Pereyên Terorîstan, 24 kom xistine lîsteyê ku li zêdetirî 25 welatan belav bûne.

Di nav wan de kom hene ku navekî wan heye lê bi 16 navên din kar dikin û di lîsteyê de cih digirin.

Li gorî biryaran, sedem bi zelalî hatine diyarkirin û di van çar xalan de tên kurtkirin:

- Pêwendiya bi DAIŞ û Qaîdeyê re

- Piştgiriya darayî

- Bicihanîna biryarên navneteweyî

- Yasaya sipîkirina pereyan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst