Segvan Muşîr: Hemû Pêşmergeyan dengê xwe da

10-11-2025
RÛDAW
Pêşmergeyên Kumsor / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Pêşmergeyên Kumsor / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Parêzvanên Parlamentoya Îraqê Pêşmerge Dengdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Parêzvanên Parlamentoya Îraqê Segvan Muşîr diyar kir ku di dengdana taybet de ji sedî 100ê Pêşmergeyan dengê xwe daye.

Doh li Îraq û Herêma Kurdistanê dengdana taybet hat kirin

Di dengdana taybet de mafê dengdanê 1 milyon û 313 hezar endamên hêzên ewlehiyê (Pêşmerge jî di nav de ne) û nêzîkî 26 hezar koçberan hebû.

Dengdanê saet 07:00an dest pê kir û dê saet 18:00an qediya.

Pêşmergeyên Parêzvanên Parlamentoya Îraqê yên ku wekî "Kumsor" tên naskirin bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinên taybet bûn.

Pêşmergeyên ku piraniya wan Kurd in, bi salan e bi parêzvaniya avahiya Parlamentoya Îraqê dikin.

Wan doh ref bi ref berê xwe da sindoqên dengdanê.

“Beşdariya me ji sedî 100 e”

Fermandarê Parêzvanên Parlamentoya Îraqê Segvan Muşîr ji Rûdawê re got:

"Spas ji Xwedê re, wekî hûn dibînin îro em di atmosfereke aram de beşdarî dengdanê dibin.

Heta niha ti pirsgirêka me çênebûye. Hemû hatine û min nehiştiye yek kes jî hebe ku neyê û dengê xwe nede. Beşdariya me ji sedî 100 e."

Ela Îdaniyê ku di şerê DAIŞê de çavên xwe ji dest dabûn û li Îraqê wekî "sembola qurbanîdanê" nav daye, bi kelecan li yekê ji navendên dengdanê amade bû.

“Herin ser sindoqan”

Dema ku wî dît tîma Rûdawê amade ye, yekser bi Kurdî dest bi axaftinê kir, paşê bi Erebî girîngiya beşdarbûna di hilbijartinan de anî ziman:

"Ez daxwazê ji hemû birayên xwe yên efser, leşker û welatiyên Îraqê dikim ku herin ser sindoqên dengdanê.

Ji bo guhertinê, yê ku dixwaze guherîn çêbibe û reform pêk were, bila here ser sindoqên dengdanê."

Divê were gotin ku navên hinek endamên hêzên ewlehiyê di lîsteyan de nebû û ev jî bû pirsgirêk.

Tenê li dibistana Siyadeyê, ji 83 kesan re hat gotin ku navên wan nînin û vegerin bajarên xwe dengê xwe bidin lê erkê wan wan ê leşkerî li Bexdayê ye.

“Eger nav nebe...”

Nibras Ebû Sûdeyê ji tîma ragihandinê ya Komîsyonê dilniyayî da xelkê û got:

"Her dengderekî ku navê wî di dengdana taybet de nebe, bê guman navê wî li gel dengdana giştî heye û dikare di wê rojê de beşdarî pêvajoyê bibe."

Li her du beşên Resafe û Kerxê yên Bexdayê, zêdetirî 300 hezar dengderî hebûn ku li gorî gotina Komîsyonê, rêjeya beşdariya wan zêdetirî ji sedî 90î bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst