Dadgeha Iraqê derbarê Hoşyar Zêbarî de biryar da

13-02-2022
RÛDAW
Nîşan Hoşyar Zêbarî Serokomariya Iraqê PDK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Dadgeha Federalî ya Iraqê berbijêrbûna Hoşyar Zêbarî ji bo posta Serokomariya Iraqê red kir. Îro jî dawî roj e ji bo berbijêrbûnê.

Rûniştina Dadgeha Federalî ya Iraqê li ser dosyeya xweberbijêrkirina Hoşyar Zêbarî ji bo posta Serokomariya Iraqê bi dawî hat û di encamê de berbijêrbûna Zêbarî hat redkirin.

Rûniştina dadgehê

Dadgeha Federalî ya Iraqê îro, 13/02/2022, li ser wê giliya li dijî Hoşyar Zêbarî kom bû ku berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû ji bo Serokomariya Iraqê.

Di rûniştina dadgehê de yek birge hebû ku her ew bû li ser bingeha wê û giliya hejmarek parlamenteran, berbijêrbûna Zêbarî bo Serokomariya Iraqê bi awayî demkî hatibû ragirtin.

Dema berbijêrbûnê bi dawî tê

Di encama rûniştinê de heyeta Dadgeha Federalî ya Iraqê, berbijêrbûna Hoşyar Zêbarî ji bo posta Serokomariya Iraqê red kir.

Hoşyar Zêbarî take berbijêrê PDKê ye ji bo Serokomariya Iraqê û îro jî dawî roj e ji bo xweberbijêrkirina wê postê û demjimêr 15.00 dem temam dibe. Heta niha zelal nebûye ka helwesta PDKê dê çi be û dê berbijêrekî nû diyar bike yan na!

Giliya parlamenteran, biryara dadgehê û helwesta Zêbarî...

Roja 6ê Sibata îsal, Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê li ser giliya 4 parlamenteran, berbijêrbûna Hoşyar Zêbarî bo posta Serokomariya Iraqê ragirt.

Parlamenterên ku gilî li ser Zêbarî tomar kiribûn, 3 endamên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û yek jî endamê Çarçoveya Hevahengî ye ku nêzikî Heşda Şeibî ye.

Berbijêrê PDKê Hoşyar Zêbarî jî heman rojê (6ê Sibatê) daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Em rêz li biryara Dadgeha Federalî ya ragirtina berbijêrbûna min digirin, heta ku giliya li ser min bê yekalîkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst