Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi telefonê axivîn û mijareke sereke ya pêwendiyê şerê Îran û Îsraîl bû.
Pizîşkiyan spasiya Îraqê kir û bang li welatên Îslamî kir ku divê li dijî êrişên Îsraîlê yekgirtî bin.
Li gorî IRNAyê, Pizîşkiyan spasiya hikûmet û gelê Îraqê kir û daxwaz kir ku welatên Îslamî li dijî êrîşên Îsraîlê helwesteke yekgirtî nîşan bidin.
Serokwezîriya Îraqê li ser pêwendiya Sûdanî û Pizîşkiyan got, “Serokwezîr (Sûdanî) piştgiriya Îraqê, hikûmet û gelê wê ji bo Îranê derbirî ku rastî êrişeke eşkere ya Zayonî hatiye.”
Her wiha li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Îranê IRNAyê Pizîşkiyan êrişên ku Îsraîl bi bikaranîna asîmanê Îraqê li ser axa Îranê pêk anîne, wek mînakeke eşkere ya êrişkariyê wesifand ku yasa û normên navneteweyî nas nake û daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku çavdêriya xwe li ser asîman û sînorên welatê xwe zêde bike.
Pizîşkiyan got, "Em ne ew alî ne yê dest bi şer kir. Em bi eşkereyî dibêjin ku me bi awayekî biryardar bersiv da.
Pizîşkiyan spasiya Îraqê kir û bang li welatên Îslamî kirEger êriş berdewam bikin, dê êrişkar rastî bersivên hîn tundtir û êşdartir bên."
Sûdanî ji bo pêşkêşkirina her cure alîkariyeke pêwîst ji bo çareserkirina bandorên wê êrişê ya ku Komara Îslamî ya Îranê rastî hatiye amadebûna Hikûmeta Îraqê anî zimên.
Li gorî IRNAyê, Pizîşkiyan spasiya hikûmet û gelê Îraqê kir û xwest ku welatên Îslamî li dijî êrîşên Îsraîlê helwesteke yekgirtî nîşan bidin.
Divê were gotin ku piştî êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê Îraqê li Konseya Asayîşa Neteweyên Yekbûyî giliyê Îsraîlê jî kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse