Sûdanî helwesta xwe nîşan da: Îraq ji bo alîkariya Îranê amade ye

15-06-2025
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Şerê Îran û Îsraîlê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got,“Ji bo rûbirûbûna Îsraîlê em ji bo her alîkariya pêwîst a gelê Îranê amade ne.”

Mihemed Şiya Sûdanî serperiştiya civîneke neasayî ya Encûmena Wezîran  a Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê kir.

Civîn taybet bû bi şerê Îran û Îsraîlê.

Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku Îran rastî êrişeke Îsraîlê hatiye û wiha got, “ Îran rûbirûyê destdirêjiyeke eşkere ya Siyonîst bûye ku armanca wê berfirehkirina nakokiyan û têkdana ewlehiya herêmê û navneteweyî ye.

Mihemed Şiya Sûdanî, amadebûna Îraqê ji bo pêşkêşkirina her cûre alîkariyên pêwîst ji bo gelê Îranê anî zimên.

Sûdanî tekezî li ser pêwîstiya girtina hemû rêbazên pêwîst ji bo parastina ewlehiya Îraqê jî kir.

Serokwezîrê Îraqê her wiha amaje bi wê yekê kir ku berê wî Wezareta Derve wezîfedar kiriye li saziyên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kar bike ji bo parastina serweriya Îraqê û redkirina wan binpêkirinên rejima Îsraîlê pêk anîne.

Sudanî ferman da berpirsên Îraqê ku divê ji bo hêsankirina vegerandina wan Îraqiyan ku li welatên herêmê asê mane, bi taybetî yên li Îranê ne hemû hewl bên dayîn.

Roja destpêkirina şerê Îran û Îsraîlê bi biryara Mihemed Şiya Sûdanî Îraqê li Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî giliyê Îsraîlê jî kiribû. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst