Muqteda Sedr: Divê bi Tirkiyeyê re diyalog were danîn

17-09-2025
RÛDAW
Nîşan Muqteda Sadr Krîza Avê Îraq Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Tevgera Şîe ya Neteweyî ya li Îraqê Muqteda Sedr ragihand ku ji bo çareserkirina krîza avê ya ku li welêt kûrtir dibe, divê gavên lezgîn werin avêtin.

Sedr tekez kir ku di vê çarçoveyê de vekirina deriyê diyalogê bi Tirkiyeyê re girîng e.

Muqteda Sedr bi rêya platforma medyaya civakî Xê daxuyaniyek belav kir û anî ziman ku krîza avê ya cîhanî bi awayekî cidî bandorê li Îraqê dike.

Sedr da zanîn ku rezervên avê yên li welêt bi lez diqedin û got ku kêmbûna baranê, daketina asta çeman û kêmbûna golan krîza heyî dijwartir dike.

Lîderê Şîe, ji sazî û rayedarên pêwendîdar xwest ku tedbîrên lezgîn bistînin û bi taybetî bal kişand ser girîngiya hevdîtinên bi Tirkiyeyê re ji bo zêdekirina para avê.

Sadr tekez kir ku hevkariya herêmî di çareserkirina krîza avê de roleke sereke dilîze.

Tedbîrên navxweyî

Sedr derbarê tedbîrên navxweyî jî diyar kir ku divê bendav bên çêkirin, depoyên avê bên avakirin û binesaziya ku teserufê misoger dike were bipêşxistin.

Wî her wiha anî ziman ku ferzkirina cezayan li ser kesên ku avê zêde bi kar tînin dê bibe xwedî bandor.

Sedr destnîşan kir ku ji bo bilindkirina kalîteya ava vexwarinê divê xebatên paqijiyê bên zêdekirin û bi bîr xist ku di warê çandiniyê de divê avdanî zêdetir bi rêya bîran were kirin.

Lîderê Şîe ragihand ku her derengmayîneke di çareserkirina krîza avê de dê bibe sedema encamên cidî di warên tenduristî, çandinî û sektorên din de û ev berpirsyarî aîdî rayedaran e.

Sedr daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî anî:

"Hûn nebin wekî wan kesên ku gelê xwe ji bîr dikin û di nav nakokiyên herêmî de Îraqê jî ber bi karesatê ve dikişînin.”

Helwesta Tirkiyeyê

Li aliyê din, hatibû ragihandin ku di hevdîtina dawî ya bi Tirkiyeyê re de Enqereyê soz dabû ku di saniyeyekê de 420 metre sêgoşe avê bişîne Îraqê.

Rayedarên Tirkiyeyê diyar dikin ku ev soz hatiye bicihanîn û ji mîqdara diyarkirî zêdetir av tê berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst